Gelo di zimanê kurdî de kelîmeyên nû hene?

Signature: ecOurY6psmOZ6Vl9XlCmPgdD3/DvlYLzGzkN1IrDIUd2LBD1n7nO0vTsM41iUz9aTALhu4YxAJ7jQV4lc6uz534X3kaI68VXLlm8//ianpPEgrw9gdmvruRZJdWnQPdarH8t7x6XNhRwj8OtzKYsorKEDnwAah6F60FnDtPKoo1okoGvp0bryGEfdGQL7xFEphrEhC5uwBJgNqeDEa2on327hT9y5zfkW+MtjJQN+iQ=

Di vê demê de nivîsandina bi kurdî jixwe gelek zehmet e; di nav gel de, bi taybetî li bajaran, qisekirina bi kurdî hîn zehmettir e. Çimkî em wek kes, malbat û civakên kurd tev di bin asîmîlasyonê de ne. Hiş û bala me tev li ser zimanê tirkî ye. Ji ber ku perwerde û polîtîkaya zimanê tirkî ava bûye û berdewam dike. Di bin vê bandorê de jiyana kurdî bi qelsî berdewam dike.

Kesên ku bi kurdî dixwînin, dinivîsin yan jî li her derê bi malbata xwe û di civakê de dipeyivin, hewl didin ku zimanê kurdî bi pêş bixin. Di vê hewldanê de ez bi xwe jî gelek caran rastî gelek kesan hatim û  ji min re wiha hatiye gotin: “Kuro ev kelîmeya te ji ku derxist? Berê ev kelîme tune bû, min qet nebihîstiye.” “Berê ev tune bû” yan jî “we van kelîmeyên kurdî ji nû ve derxistine, min ji qiseyên te fehm nekir…” Wek van kelîmeyan: “Spas, pirtûk, bijîşk, afirandin, peyker, bersiv, mizgeft, parêzer…” û hwd.

Di civînekê de jî kesek raste rast ji min re got: “Ev afirandin çiye, ma ev jî kurmancî ye? Ez kelîmeyeke wiha qebûl nakim, we kelîmeyeke ecêb derxistiye.” Min jî li gorî xwe qasî ku min wê qanî kir, bersiva wê da. Paşê sekinî û got: “Tu rast dibêjî.”

Erê, hin kelîmeyên nû û ecêb hene ku li gorî tirkî yan jî ji ber xwe ve derxistine, wekî ku ji tirkî wergerandine û xistine nav kurmancî. Hin kes wan bikar tînin, wek kelîmeya “xweza”… Ev ji bo me kurdan şaşiyeke mezin e. Lê pir û pir kelîme jî hene ku ne nû ne; belkî ji berê de hene, lê ji ber ku me nû bihîstiye ji me re xerîb û ecêb tê yan jî li herêma me kesî wan negotiye û di axaftinê de bikar neanîne, em wan jî wek kelîmeyên nû dibînin. Ev jî kêmasîya me ya nezanan e.

Kesên ku li dijî kelîmeyên ku nebihîstine têne, ez ji wan re wiha dibêjim: “Here çend kitêbên klasîk ên kurdî bixwîne yan jî li gund, bajar, dever û herêmên kurdan bigere. Tu yê çêtir bibînî ka kîjan kelîme nû ye û kîjan jî ji berê de hene. Tu yê çêtir ferq bikî û bibînî ku zimanê kurdî çiqas dewlemend û zimanê qedîm e.”

Ziman wek dara bi av e: ku em li darê binêrin û qedrê wê bigirin, wê dar şên û berhemdar bibe; ku em qedrê wê negirin, wê dar hêdî hêdî hişk bibe û ji holê rabe.

Paşa Amedî

Etîket: Kurdî, Kurmancî, sernivîs

Gotara berê:

Gotarên Têkildar

Agir Ketye Berîka Min

Êşa Gulgeverê

Ronahiyên Dîrokê û Hêzên Nifşên Nû

Sifra Hevpar û Bereketa Civînê

Di Nav Payîz û Zivistanê de Ked, Bîr û Berxwedan

Şîroveyeke binivîse

NivîskarPaşa Amedî
Dîroka weşanê28/11/2026
KategorîNivîsxane
Etîket, ,
Hejmara peyvan420
Dema xwendinê3 deqe xwendin