Êşa Gulgeverê

Di bin dargiwîjê de rûniştime. Dikarim bêjim ku zarokatiya min û ya hevalên min di bin vê darê de derbas bû û çû. Dargiwîj  şahidê her tiştî ye Şahidê qelîştokên pehniya min e. Şahidê qulingên min ên bêdemsal e. Şahidê feqîriya min a lal e.

Pîr bûye dargiwîj. Dest û lingên dara min şikandine. Dest û lingên zaroktîya me şikandine. Dest û lingên hêviyên min qutifîne.

Ez hatim ku razeke xwe ji te re bêjim dargiwîjê. Guhê xwe baş bide min. Ez dibêjim ku eşq poşmanî ye bi veqetandin û gihîştinên xwe ve, bi destpêk û dawiyên biharên xwe ve, bi xem û şahiyên xwe ve.

Ka binêre: Gul li aliyekî umrê min ma, Gever li aliyê din û di navbera Gul û Geverê de hezar êşên min, hezar poşmaniyên min, hezar têkçûnên min hene. Min çîroka Gulgeverê ji te re gotibû.

Her ku min digot Gulgeverê; erd û ezman di canê min de dihat xwarê. Hezar deriyên dojehê vedibûn di bin lingên min de. Hûr û pûr dibûn kok û rehên dilê min.

Her ku min digot Gulgeverê; ez dibûm miriyekî kêmûmir di tariya poşmaniya xwe de. Ez dibûm çîrokeke jibîrbûyî di şevbuherkên zivistanan de. Ez dibûm mirovekî dîn û har di çavên dayîka xwe de.

Dilê min diêşe dargiwîjê. Dilê min rastiya dinê fehm dike. Eşq ne li vir e. Belkî siya eşqê dikeve ser dinê. Belkî roniya bihuştê diniqute ser dilê min. Belkî min zimanê xewnên xwe ji bîr kir. Belkî hespê min ê fitratê riya xwe şaş kir. Belkî melekên Xwedê gunehê xwe bi min tînin.

Min her cûre poşmaniya eşqê jiya dargiwîjê. Eşq kelameke xweş e lê meriv nikare li vir bijî.

Tu ji yekî hez dikî û digihijin hevdu lê dawiya wê poşmani ye. Negihijin hevdu dîsa poşmani ye. Poşmanî dilê eşqê ye. Poşmanî wargeha eşqê ye. Poşmanî nasnameya eşqê ye. Poşmanî esîrbûna eşqê ye. Poşmanî eşq bi xwe ye.

Li ber guhê min talekî rihanê heye. Li ber çavên min têkçûnên min hene. Li ber lingên min meytên min rawestî ne. Rê banga min dike dargiwîjê. Ez ê herim bi poşmaniya eşqa xwe ve. Ez ê herim bi can û goriyên xwe ve. Ez ê herim bi dua û nifirên xwe ve. Ez ê herim bi sir û razên xwe ve. Ez ê herim bi edeb û ebeda xwe ve. Ez efûkirina xwe ji te, ji kurikiya/zaroktîya xwe, ji eşqê dixwazim.

Belkî seranser şaşiyek im ez. Ka xelata jiyana min! Ka delîlê kurikiya min! Ka encama rêwîtiyên min! Eşq poşmaniyeke bêdilovan e dargiwîjê. Min ji te re sirra xwe got lê tu ji kesî re. Eşq poşmanî bû. Însan poşmanî bû. Dinya cihê poşmaniyê bû. Ez bi eşqa poşmaniyê hatibûm cîhanê, ez ê bi êşa Gulgeverê biterikînim dinê.

Faîk Ocal

Etîket: Faîk Ocal, Gulgever, Nvîsxane

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Gelo di zimanê kurdî de kelîmeyên nû hene?

Agir Ketye Berîka Min

Ronahiyên Dîrokê û Hêzên Nifşên Nû

Sifra Hevpar û Bereketa Civînê

Di Nav Payîz û Zivistanê de Ked, Bîr û Berxwedan

Faik Öcal

Di sala 1978an li bajarê Semsûrê, li navçeya Bêsnîyê, li gundê Îznîkê ji dayîka xwe bûye. Mamoste ye, him bi Tirkî him jî bi Kurdî dinivîse. Mijarê nivîsê xwe însan û jîyan e. Ji edebiyat û felsefeyê hez dike, gelek malper û kovaran de kurdî û tirkî dinivîse. Heta niha 8 pirtûk xwe derketine.

Hemû nivîskar →

Şîroveyeke binivîse

NivîskarFaik Öcal
Dîroka weşanê28/11/2026
KategorîNivîsxane
Etîket, ,
Hejmara peyvan457
Dema xwendinê3 deqe xwendin