
Semînerek li ser rola medreseyan di pêşxistina edebiyata kurdî de li Stockholmê tê lidarxistin
Enstîtûya Kurdî li Stockholmê semînereke çandî û wêjeyî bi navê “Rola Medreseyên Kurdan di Pêşxistina Edebiyata Kurdî de” li dar dixe. Semîner dê ji aliyê Zeynelabidîn Zinar ve were pêşkêşkirin.
Medrese di dîroka çand û zimanê kurdî de wekî navendên girîng ên perwerde, xwendin û berhemanînê cih girtine û bandoreke berçav li ser pêşketina edebiyata kurdî kirine. Di vê semînerê de dê ev aliyê dîrokî û wêjeyî bi berfirehî were nirxandin.
Ev çalakî ji bo kesên ku bi dîroka wêjeya kurdî, kevneşopiya medreseyan û xebatên çandî yên li dîasporayê re eleqedar in, fersendeke girîng e.
Gotara berê: Kronolojîya Serdema Hz. Elî ( r.a)
Gotara piştî: 9emîn Pirtûkfûara Rihayê


