Malpera Zimannas vê kitêba 84-salî dixe xizmeta xwandevanên kurdî.
Ev kitêbeke arîtmetîkê ye ku beşeke matematîkê ye.
Kitêb bi kurmancî ye û 200-rûpelî ye.
Ew sala 1936 ji aliyê çapxaneya hikûmeta Ermenistanê ve wek kitêba dersê bo xwandingeha navîn hatiye amadekirin.
Diyar e ku kitêb ji rûsî hatiye wergerandin. Di nav amadekarên kitêbê de Casimê Celîl jî hebûye.
Di kitêbê de li cihê peyva ”arîtmetîk” peyv wek ”arîfmêtîka” anku ne bi T lê bi F hatiye bikaranîn. Ev ji ber hindê ye ku peyv di rûsî de арифметика (arîfmêtîka) ye anku bi F ye.
Kitêb bi alfabeya latînî ya wê demê li Ermenistanê hatiye nivîsîn.
Xwandina kitêbê hêsan e eger xwandevan hay jê hebe ku hinek herfên wê alfabeyê (bi taybetî vokal) ji alfabeya niha cuda bûn:
| Herfên kitêbê | bi kurdiya niha |
| c | ç |
| ç | c |
| ә | e |
| e | ê |
| ь | i |
| i | î |
| j | y |
| u | û |
| y | u |
| z | j |
Amadekirina tabloyê: Husein Muhammed
Vekin û bixwînin!
https://zimannas.wordpress.com/2020/02/16/kitebeke-matematike-ya-84-sali-bi-kurdi/, 16.02.2020
Gotara berê: Dr. Tosinê Reşîd: Ji dîroka Alfeba (ABC) Kurdî
Gotara piştî: Hevpeyivîna min di rojnameya Xwebûn de


