“Dil” û “heart” anku guherîna zimanan

Husein Muhammed

Muhammed_08-09-01_001_väri-iso-682x1024

Peyva inglîzî ”heart” (bixwîne: ”hart”) maneya ”dil” ya kurdî dide. Anku ew herdu peyv hevwate ne.

Di peyva kurdî ”dil” û hevwateya wê ya inglîzî ”heart” de ti deng û herfên wek hev nînin. Lê dîsa jî em ê di vê nivîsê de hewl bidin bibînin ku ew eslen eynî peyv in, ji eynî peyva proto-hindûewropî (maka zimanên hindûewropî) ya bi maneya ”dil” in. Lê piştî ku zimanên hindûewropî ji hev belav bûne û kurdî û inglîzî bi hezaran salan ji hev vebirrî mane û guherîne, di encamê de eynî peyv wisa guheriye ku li aliyekî bûye ”dil” ya kurdî û li rexê din jî bûye ”heart” ya inglîzî.

Lê dîsa jî em ê bi nimûneyan hewl bidin diyar bikin ku ”dil” û ”heart” bi rastî ji eynî peyvê peyda bûne. Bo pesindkirina vê idiaya xwe, em ê hewceyî pêşkêşkirina gelek mînakan bin. Lê bi van mîsalan em ê bikarin gelek guherînên dîrokî yên zimanên hindûewropî jî destnîşan bikin.

Hemû nivîs li vê derê ye:  ”Dil” û ”heart” anku guherîna zimanan (pdf)

https://zimannas.wordpress.com/2015/10/31/dil-u-heart-anku-guherina-zimanan/, 01.11.2015

Etîket: dengnasî, etîmolojî, Husein Muhammed, Zimannas, zimannasiya dîrokî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Şîroveyekê bihêle