Li Hêvîya Te

ez ne birçî me ne tî
lê li rojiya remezanê
dilê mirov dibije te
berî fitarê
em li hêviya te ne
sebra min e xwegirtina li te

Stara bêkesan e, hewşa mizgeftê
mala bêmalan e, xemgeha şînê
di bin konê teaziyê
çavê mirov li te digere
vejîna min e mewlûda te

qîma me nayê
ku tu rojiyê bi me re bigirî
û eydê bi hineke din re bikî
bêhna mirov bi te derdikeve
sibeha eydê
ku tu ji nimêjê tê eydaniyê
bêhna hêvîyê tê
ji pîrozbahîya te.

Zîwer Îlhan

Etîket: bawerî, Cejn, eyd, Helbest, Polylang KMR, Remezan, Wêje, Zîwer Îlhan

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman

Helbest | Car caran difikirim

Romana Mehmed Uzun a Yekemîn: Tu

Helbest I Ji bo gerdûnê ji bo însanbûnê

Ceribandinek li ser prototîpa kurteçîrokê

Şîroveyekê bihêle