Kovara Akademîk “Medica-Kurdica 1”

Pis̰tî hejmara yekem ya kovara “Avestica-Kurdica 1” îcarê dê di 1ê gulana 2025an da hejmara yekem ya kovara “Medica-Kurdica” di nav Wes̰anên NAyê da derkeve.

Ev kovar jî bes̰eke projeya ji c̰ar kovarên akademîk ee. Di îlona 2024an da me cara yekem bi kovara “Avestica-Kurdica 1” dest bi wes̰anê kirî bû:

(1) Avestica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Avestî û Kurdî bisekine)

(2) Arica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Arî û Kurdî bisekine)

(3) Medica-Kurdica (dê bi giranî li ser zman, c̰and, dîn û wêjeya Medî û Kurdî bisekine)

(4) Wêjebêj & Bêjebêj (dê bi giranî li ser bingehên wêje û dengbêjiya dîrokî ya Arî û Kurdî bisekine)

Kovar jibo hemî akademîkerên ku lêkolînên zanyariyî dikin û dixwazin di kovareke akademîk da bidine belav kirin û bibin rêwiyekî/e vê rêwîtiyê, vekirî yee. Gotar ango lêkolînên ku xwadî krîterên gotî yên akademîk, zanyariyî û zmanî nee dê di nav kovaran da werin b’ cî kirin. Gotar û lêkolînên ku method û krîterên akademîk danagirin û di warê zmanî û zanyariyî da ne kamil inn û kêmasiyên ne rewa di nav xwa da digirin, dê di kovaran da neyên b’ cî kirin.

Rêvaberiya gis̰tî ya her c̰ar kovaran WES̰ANÊN NA ango Berfo Barî dike. Têrêseriya ango edîtoriya kovaran îndo-ewrupîst, îndo-îranolog û avestolog Beyhanî S̰ahîn dike.

Weşenaxaneya NA

Etîket: Polylang KMR, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

TEZkurdî: Rûpelek Online ji bo Lêgerîna Tez û Lêkolînên Akademîk

Berhema Kurmancî ya alimê jîr ê Arvasî Muhammed Welî

Hejmara 16emîn a Kovara Folklora Me’yê derket

Projeya Cardo xelata Hilbijartina Gel wergirt!

“Sûretê Piştê” bi çapeke nû li Kobanê derket

Şîroveyeke binivîse

Nivîskar
Dîroka weşanê12/02/2025
Nûvekirin09/10/2026
KategorîAgahîyên Nû
Etîket,
Hejmara peyvan225
Dema xwendinê2 deqe xwendin