Ji Etîtor
Ji jimara 169an merheba. Mixabin em bi jimareke derengmayî li pêşberî we ne. Di van 3-4 mehên dawîn de weke weşanxane em beşdarî çend fuaran bûn. Di temamê sala 2024an de, em beşdarî 10 fuaran bûne. Bivê-nevê ji bo her fuarê amadehiyên me yên taybet çêbûn. Di van çend mehên dawîn de me gelek pirtûk jî gihandin fuaran. Salnama sala 2025an jî derketina wê rastî heman demê hat. Ji ber van sedeman mixabin ev jimar dereng ma. Piştî derketina vê jimarê, di demeke nêzîk de, înşalah emê jimara li pey vê jî derxin û vê valahiyê bigrin. Em dizanin, weşanên periyodîk dema valahî bikeve navbera wan, girtina wê valahiyê pir zehmet dibe, gelek caran jî nayê girtin.
Di vê jimarê de dosyeyeke me ya xweş û dewlemend heye. Navê dosyaya me Baqek ji Efsaneyên Kurdan e. Edîtorê dosyayê Doç. Dr. Kenan Subaşı ye. Heta niha gelek çavkaniyên edebiyata me ya devkî mixabin wenda bûne û wenda dibin. Ev çavkanî wê çawa ji wendabûnê xelas bibin? Gava pêşî divê em berhev bikin, qeyd bikin; eger mumkun be, bi deng û dîmen li ser medya civakî bar bikin. Ne tenê efsane, çiqas materyalên edebiyata devkî hene, tevan berhev bikin, qeyd bikin û van berhevdanan mayînde bikin. Wek Kenan Subaşı jî di nivîsa xwe de gotiye, efsaneyên me gelek in; ewên me weşandine, ji efsaneyên me baqek in. Formata kovarê ewqas rakir, me jî ewqas weşandine. Di destpêka dosyayê de, hûnê bixwînin; berhevkariya van efsaneyan çawa û bi çi niyetê hatiye kirin. Ev dosyaya me bi vê formata mewcûd jî dewlemend û balkêş e. Dema hûn van efsaneyan bi devoka wan ya orjînal bixwînin, hûnê jî vê bibinin. Berhevkariyên me li vir weşandine, li herêmên cûda bi awayekî zanistî berhev bûne. Helbet kirina karekî weha bi îmkanan ve girêdayî ye. Pêşî meriv bi karekî weha bawer bike. Divê elemanên dilsoz û yên ji vî karî fam dikin û hez dikin hebin… Divê sazî hebin, sermaya hebe. Em, vê xebata hêja ku li sehayê hatiye kirin, bi kêfxweşî digihînin we xwendevanên hêja. Me dest nedaye zimanê wan, di nava xelkê de çawa têne gotin, me wesa weşandine. Kesên ku bi dosyaya efsaneyan cih girtine wesa dikarim rêz bikim: Kenan Subaşı: “Efsane: Pênase û Senifandin.” Mizgîn Çetinkaya: “Li herêma Kerboranê li dor çanda Zêwê efsaneyên bi Şêx Mehmûr.” Sultan Çetin: “Efsaneyên li Gundê Seleta Jorîn a Bismilê.” Ata Akın: “Efsaneyên Xirabê li Gundê Sosina yê Hezexê.” Halime Bozkurt: “Efsaneyên Herêma Amedê.” Suna Gökalp: “Efsaneyên li Herêma Hekariyê.” Hakim Bağı: “Efsaneyên pênc gundên Hezexê yên bi navê Babek, Rîzok, Hedil, Basibrîn û Zengilokê.”
Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe Ozan Serhedî, Mela Xelefê Bafeyî, Felat Dilgeş, Wehab Mistefazade, Ebru Yılmaz, Mehmet Çalışci, Şehadet Sarıgül û Lokman Polat di vê jimarê de cih girtine. Şairên vê jimarê jî wesa rêz bûne: Rojen Barnas, Berken Bereh, Kevok Mizgîn, Celal Melekşa, Mewlana Celaleddînê Romî, Sidîq Gorîcan, Silêmanê Hesen, Ferşîd Rostemî, Memê, Habib Umutlu, Mistefayê Gewrê, Mustafa Işık, Bedirhan Epözdemir, J. Ahmed Yıldız, Burhan Tuz, Minuçehr Ateşi, Hekîm Meretoyar, Mîrşem Koçer, Xortê Nazik, Dildar Zeynel û Seyyid Rissînî. Weke her jimarê, di vê jimarê de jî hevpeyvînek heye. Hevpeyvîna vê jimarê Nihat Gültekin bi Kurda Gurcistanê, rojnameger Leyla Cildergûşî re kiriye. Heta jimara din bi xatirê we. SÜLEYMAN ÇEVİK
- Ji Herêma Panosê Dengbêjekî Navdar: Dengbêj Miraz – Ozan Serhedî
- Hibra Bextnivîsê – Rojen Barnas
- Barê Heyînê – Berken Bereh
- Eşîra Goveyiyan – Mela Xelefê Bafeyî – Latînîkirin: Hêmin Omer
- Coşa dil – Kevok Mizgîn
- Li ser Şanoya Birakujiyê – Celal Melekşa – Ji Soranî: Yunus Dilkoçer
- Hestiyê Kemaxê – Felat Dilgeş
- Em bi xwe bextewar in… – Mewlana Celaleddînê Romî – Wergera ji Farisî: Hayrullah Acar
- Baran – Wehab Mistefazade
- Heşt Haîkû – Sidîq Gorîcan
- Rojnameger Leyla Cildergûşî: Xerîbî zor e, derdekî bê derman e! – Hevpeyvîn: Nihat Gültekin
- Gilok – Ebru Yılmaz
- Meş û Hey Meş – Mehmet Çalışci
- Dellal – Silêmanê Hesen
- Du helbestên Hewramiya nûjen yên Ferşîd Rostemî – Ji Hewramî: Jiyar Homer & Fehedê Herbo
- DOSYA: BAQEK JI EFSANEYÊN KURDAN
- Efsane: Pênase û Senifandin – Kenan Subaşı
- Evîn – Memê
- Evînekî Sedsalî – Habîb Umutlu
- Li herêma Kerboranê çanda Zêwê û efsaneyên ku li ser tên vegotin: Zêwa Şêx Mehmûr – Mizgîn Çetinkaya
- Sewta Te – Mistefayê Gewrê
- Kevirên Ebabîl – Mustafa Işık
- Efsaneyên li gundê Seleta Jorîn a Bismilê – Sultan Çetin
- Jibîrkirin – Bedirhan Epözdemir
- Li vî bajarê ku haya wî ji te tune – J. Ahmed Yıldız
- Efsaneyên li Xirabê Sosina yê Hezexê – Ata Akın
- Dilê te bar e li ser dilê min – Burhan Tuz
- Efsaneyên Herêma Amedê – Halime Bozkurt
- Navê min bi xatir bîne – Minuçehr Ateşî –
Wergera ji Farisî: Bayram Özün - Efsaneyên li Herêma Hekariyê – Suna Gökalp
- Efsaneyên li herêma Hezexê: Gundê Babek-Rîzok-Hedil-Basibrînê-Zengilok – Hakim Bağı
- du helbest – Hekîm Meretoyar
- Leylana Kesk: Keskê – Şehadet Sarıgül
- Lorîna keça min – Mîrşem Koçer
- Romana Şevên li pey Deriyê Hesîn – Lokman Polat
- şefa bê însaf – Xortê Nazik
- Keserkûr – Dildar Zeynel
- Bûkê – Seyyid Rissînî
Bo xwednina wek e-kovar: https://play.google.com/store/books/details?id=gCE9EQAAQBAJ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…