Her ku dawiya salê tê û destpêka saleke nû nêzîk dibe, wexta wî wextê ye ku mirov bi kêmasî bisekine û li paş xwe binêre!
Serkeftinên mirovan çi destkeftî bûnin û destkeftiyên mirovan bi kîjan bihay bi dest ketiye, gelo bihay wan destkeftiyan bedelê çiqas giranbiha bûne.!
* Bedelê wî can dayîn bûye. !
* Sermaye hinda kirin bûye. !
* Karû xebat kedê daye. !
* Biryarên xeletî pêkaniye. !
Mirov ji xeletiyên xwe çi dersê girtiye.!
Çi xeyalên mirovan hebûnin ku hê pêk nehatine.!
Pirû pir pirsên ku mirov dikarin ji jiyanê de lêpirsînan bikin, hînga mirov ji jiyanê sûdware û pêşeroja xwe dikare tercihan bi bûyerên xeravî pêkbîne û anjî bi nirxên ku jê sûdwar dibe pêkbînin.
Ji bo min, sala 2024 an salek tije dijwarî derbas bû, carinan xeletî, carinan kêmasî, lê berî her tiştî ez saleke din temen mezin bûm, hêdî hêdî şaney jiyanê zehîf dibin û mirov bi xwe derdixe ku ji hêzê de ketiye.
Her astengiyek tiştek fêrî min kir û her serkeftinek çiqas piçûk bejî ez ber bi pêş ve birim pê şanaz bûm.
Ez ji îro û pêva her çendî pêşberê min astengî hebin jî, bes niha idî wê demê ye ku ez xeyalên xwe bijîm û pêk bînim.
Pêşe roja xwe ji nû ve bi qontrol binirxînim.
Wekî xewna di xewêde dijîm gav bi gav mezintirîn di cîhde pêk bînim.
Mirov heta çalakiyan himber astengiyên dijberên xwe pêk neynin, nekarin bigêhêjin asta guhertinan û xeyalê xwe çêtir a çareseriyan destnîşan bikin.
Ez pêşniyar dikim ji bo her ferdekî kurd rêya xwe guherandinê di fikrû ramanê bi vîna azad û bi hezkirin bi zimanê xwe bixûnin, bifikirin û bi aqlê xwe lêporsînan bikin û bi vîna azad bijîn, hînga wekî maşîneya di temîrxanê de temîr dibe, aqlê xwe de lêpirsînan bikin, xwe ji bo pêşeroja xwe rast binirxînin û ji bo xwe bijîn.
Xizmetê ji bo xwe û miletê xwe bikin, şerû pevçûn karê aqilbendan nîne, bes dema şer çêbûjî bizanibin rawestin, çareseriya berhevî bikin.
Demek ji bo bîranînên di sala 2024-a de pêk hatibun, xwe rawestînin û li ser bûyeran bisekinin, tiştê ku hûn dixwazin biguhezînin nas bikin û ji bo 2025-an bi baldarî plansaziyan ava bikin.
Daxweziya mine ji bo her kesan.
Pêşeroja xwe bi biryarên ku hûn îro didin dest pê dikin bi aramî bin.
Di şîroveyan de parve bikin:
Armanca weya herî mezin ji bo sala 2025 an çi ye.
Destpêka sala 2025 an bibe saleke tije bîranîn û pîrozbahî.
Way çû qediya rojên salnama sala borîn û di rê deye tê salek destpêka rojên hijmar.
Çanda kevnar a kurdan de.
Serê salê binê salê,
Bûka malê pîroz be li zavê malê,
Xweda bide dergûşek hemû bûkên malê,
Xwe jbîr nekin tiştekî bavêjin tûrikê kall û pîrê.
Xweda bide tifaqê û dewlemendî, tendirûstiya aramî, hezkirina bi rûmet dibe qedirê mirovan û mirovahî, her kesan û kesên malê.
Ji niha û pêva ez bi dilsozî destpêka sala 2025 an ji bo her kesî serkeftin û jiyaneke bextewar, tendirûstiya aramî hezkirinên evînî û evîndarî dixwazim.
Behçet Ateş 31-12-2024
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…