e-Pirtûka ‘Sê Pîrozî’ ya Mahmut Ozçelîk Derket!

Balkêşiya vê pirtûkê ew e ku hemû çîrok bi serenaveke bi ‘Sê’yê dest pê dike û me di nava jiyana rojane de digerîne… Di esasê xwe de nivîskar ji bo hin kesên ku dibêje em nikarin mijaran hilbijêrin û binivîsin dide xuyakirin ku mirov dikare bi ‘Sê’yekê dest pê bike û bi sedan çîrokan jî binivîse, bes mirov jidil bixwaze ku binivîse…

DAXÎNIN

Mahmut OZÇELİK di sala 1970an de li gundê Qelencuxê ku girêdayî navçeya Mûşê, Gimgimê ye hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Gimgimê ya lîsê jî li Bedlîsê li dibistana mamosteyiyê xwend. Piştî lîseyê li bajarê Samsunê, Zanîngeha 19 Mayisê beşa mamostetiya dîrokê qedand. Di derketina “Kovara Felsefevan” de ku di weşangeriya Kurdî de yekemîn kovara felsefeyê bû, bi nivîsên xwe yên felsefîk cih girt. Berhema wî ya yekem “Beytika Gewrik” ji kurteçîrokan pêk dihat û di nav Weşanên Ava de, di sala 2013an de çap bû. Berhema ku wekî “Guldesteyek ji Romanên Kurdî” hatiye binavkirin, berhema wî ya duyem e, nirxandinên li ser romanên kurmancî dihundirîne û bi çapa xwe ya dijîtal ji Weşanxaneya Çandnameyê di sala 2020an de derçûye. Pirtûka wî ya bi navê Felsefe Fikirîna Pirhêlî ye ji nivîs, gotar û lêkolînên felsefîk pêk tê û di sala 2024an de derçûye.

Ev pirtûka li ber destên we pirtûka nivîskar ya çaran e û ji kurteçîrokan pêk tê. Dema min xwest wekî pirtûk amade bikim, min ev peyama amade kir û ji weşanxaneyek Kurdî re şand: “Dema we xweş be; Ez Mahmut Ozçelîk,du dosyayên min yên ji bo wekî pirtûk weşandinê hene; yek ji çîrokan ya din jî ji nivîsên felsefî pêk tê.Ger hûn bixwezin alîkariyê bikin ez dê kêfxweş bibim…Bi hêviya bersiva we. Bimînin di xweşiyê de.E-mail: firatt_muratt@hotmail.com”

Peywirdarê weşanxaneyê wekî bersiv xwest ku ez herdu dosyayên amade jê re bişînim. Min jî bi kêfxweşî dosye ji e-maila weşanxaneyê re şand û sal derbas bû hêj zehmet nekiriye ku bibêje erê yan na! Ez jî wekî merivekî xwedî ked, lihember vê helwesta weşanxaneya Kurdî ya jinedîtîvehatî, tercîha xwe ya duyem disepînim û ji bo ev berhem bigihêje berdestên we, destûrê didim ku bi çapa dijîtal were weşandin. Û hûn sax ez selamet…

Balkêşiya vê pirtûkê ew e ku hemû çîrok bi serenaveke bi ‘Sê’yê dest pê dike û me di nava jiyana rojane de digerîne… Di esasê xwe de nivîskar ji bo hin kesên ku dibêje em nikarin mijaran hilbijêrin û binivîsin dide xuyakirin ku mirov dikare bi ‘Sê’yekê dest pê bike û bi sedan çîrokan jî binivîse, bes mirov jidil bixwaze ku binivîse…

e-Pirtûka ‘Welatê Qeşayê’ ya Mahmut Ozçelîk Derket!

 

e-Pirtûka ‘Felsefe Fikirîna Pirhêlî Ye’ ya Mahmut Ozçelîk Derket!

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Helbest | Rewşa Zana û Nezan

Bîr, bi zanistîyê ronî ye L’ba hişronî şev wek rojê ye   Heger hişê te …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *