Şaredariya Amedê li ser termolojiya hevpar a kurdî biryar stand

Di Civîna Meclisa Şaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya meha borî de pêşniyareke wekî “standardîzekirina têgînên kurdî û têgehên pîşeyî yên ku li şaredariyan tên bikaranîn” hatibû kirin. Meclisa Şaredariyê di civîna xwe ya îro de ev pêşniyar bi yek dengî qebûl kir.

Ji niha û pêde Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên girêdayî vê di xebatê xwe yên pîşeyî û yên şaredariyê de li ser van biryaran bimeşin. Bi vî awayî di kurdiya şaredariyan de wê standardîzeyek hebe.
Di Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin de rapora Komîsyona Çandê hat nîqaşkirni. Piştî xwendin û nirxandinê rapor bi yekdengî hat qebûlkirin.
Li aliyê din biryar hat girtin ku ji bo vê komxebata “Çêkirina Termînolojiya Hevbeş a Kurdî” bê lidarxistin.
Di encama daneyên komxebata ku dê bi beşdariya pisporên di warê ziman de bê lidarxistin de, dê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sepana pîlotê bê destpêkirin.

Diyarname.com

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *