kevin nabin ên berê,
lê nûjenî, zû dikelpite
min çanda te navê
prestîja piranî navê
kanî wê şarîstaniyê
Huner, dixwaze bibe şirîkê wehyê
bilûra min têrî sêwirandina ber çavan nake
rastiya honakê li me bûye bela,
Me hewesa te navê
hestên guherbar navê
dilekî bi aqil, hestekî bi hiş bide me
Bûye bela serê me
pirsgirêka hebûnê
yên kevin xweşiktirin ji yên nû
Me forsa te navê,
biriqandin û xemla genî navê
kanî fedîya berê.
Zîwer Îlhan
11.08.2024
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…