Bixwîne, Binivîse û Bifikire

Binivîsin ey nivîskaro binivîse
heta pênûs neyt peyda kirinê.
Bixûnin bila qe çavê we korbin
ji ronahiyê de bikevin tarîtiyê.

Bifikirin heta di bin bîra we de
bîranînên tomarkirî nemînin,
bila tevnê bêbextiyê eşkere bin.
Bextewarî bibe şanaziya jiyanê.

Hezkirinê bê dawî bi rêzik bijîn
heta mintîqa wede bibe mînak
vîna azadiyê bibe tova berhevî
Rêzikên jiyanê bibe zagona dadê.

Binivîsin keda zarokên kurdan
Goristanê îxanet kirdan cûdakin
bila nekevin ber çavên dayîkan
di gerdûnîde hesûdkar korbin.

Bixwûnin heta nezantî bi dawîbin
Cihan ji nûve vegerin ser koka xwe
Bivînin dad hempare mirovan re
Mafê şanazî hempare xweşî bijîn.

Binivîsîn serpêhatiya kedkaran
parve bikin çiroka bindestan
Di refên pirtûkxanan de sirerêzkin
Xwendevan bê astengî bixûnin.

Binivîsin bila dayîk bê xembin,
Bixûnin çîroka xweşgohê zarokan.
Bifikirin zarokên kolananê hinda
Çav li rêyan nemîne şanazî bijîn.

Behçet Ateş: 10-07-2024

About Behçet Ateş

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *