Xelata HRRKê ya afirandinê ya 2022yan

Xelata HRRKê ya afirandinê di sala 2016ê de li Qamişlo, di pêncemîn Kongireyê de, hate damizirandin. Nirxê xelatê 1000 dolar e ji alîyê Komîteya Kargêr a HRRKê di gel zirxê HRRKê tê dayîn.

Xelata HRRKê ji bo kesên afrêner û kesên ku bandorekê li derûdora xwe û li cîhana nivîsandin û hunerê dikin re ye. Her wisa ev xelat ji boyî piştgirî û geşepêdayîna qada çapemenî û weşangerî û saziyên rewşenbîrî ye û bi giştî hewldaneke da ku asoyên çand, ziman, wêje û hunera Kurdî xweşiktir û berfirehtir bike ye.

Di vî warî de em dixwazin bibêjin ku pîvanên hilbijartina xelatgiran xwe dispêrin ezmûneya kesan a takekesane û rola wan kesan a taybetmend û cihêwaz û şopa wan di vekirina asoyên nû de û hişmendiyên teze yên kultûrî û di warê rewşenbîrî de xwe dispêrin ked û westan û xebata wan kesan, da ku tiştekî nû û hêja ji civat û mirovan re bibêjin.

Hêjayî gotinê ye ku em bi bîr bînin ku di sala 2018ê de û bi sponsoriya Ekremê Gemo şêwekarê Kurd Zuhêr Hesîb Xelata HRRKê wergirt.

Di sala 2019ê de bi sponsoriya Kamîranê Hewran herdû hunermendên Kurd Reşîd Sofî û nemir Mihemed Elî Şakir Xelat wergirtin.

Di sala 2020`ê de bi sponsoriya Enstitûya Kurd a Brûkselê herdu nivîskarên Kurd Deham Ebdulfetah û Merwan Berekat û di sala 2021`ê de bi sponsoriya karsazê Kurd Ibrahîm Şakir nivîskarên Kurd Salihê Heydo û Konê Reş xelat wergirtin.

Îsal jî 2022`ê, xelata HRRKê ji du afrêneran re hate pêşkêşkirin

Du kesên ku di warên çand û ziman û kelepûr û hişmendiya kurdî de têkoşiyane.

Yekî ji wan di warê ziman û destnîşankirina kêşe, aloziyên rêziman û ferheng, hişmendiya Kurmanciyê ya îroyîn û pêdiviyên lezgîn ên ku rê li ber geşbûna ziman vedikin bêyî bihnvedan lêkolînên xwe hetanî vê xuleyê berdewan dike û roj li pey rojê pirtûkxaneya Kurdî bi lêkolînên xwe dewlemend dike.

Yê din jî hunermendek e behremend û wêrek û cegerdar e, hewl daye ku bi bîrtûjî danûstendinê bi kelepûr û bîrdanka gelêrî ya strana Kurdî re bike û mercên nûjenkirina dengbêjiyê zeft bike û di serencamê de şêwazekî nûjen di laş û rihê stranê de biafirîne û bi dengê xwe yê zîz û xweş em hînî OPÊRAbêjiya Kurdî kirin..

Em herdu xelatgiran pîroz dikin:

Nivîskar û zimannasê Kurd Berzo Mehmûd û Hunermenda Kurd Mizgîn Tahir.

Doktor Ehmed Ebdo jî  sponsoriya xelata 2022yê kiriye.

About Rêvebir

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *