Serlêdanên Akademiya Ma Muzîkê dest pê kir

Serlêdanên Akademiyên Ma Muzîkê yên Akademiya Dengbêjî û Zarokan dest pê kir. Kordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar diyar kir ku ji ku dera welêt dibe bila bibe, herkes dikare serî li akademiyên wan bide.

Şêrko Kanîwar ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku piştî di 15’ê cotmehê de serlêdan bi dawî bibin, dê ji nav kesên serlêdan kirine, ji bo her sê akademiyan kesan hilbijêrin. Kanîwar, qala naveroka dersên akademiyan kir û ev tişt got: “Di Akademiya Zarokan de sala yekemîn dersên stranbêjiyê, çanda dengbêjiyê, rîtîm û zimanê kurdî hene. Zarok dê şeş salan perwerdeya zimanê kurdî bibînin. Mixabin gelek zarokên ku tên akademiyê bi kurdî nizanin. Bi rêya Akademiya Zarokan ew zarok dê hem zimanê xwe hem jî çanda xwe fêr bibin. Salên din jî perwerdeya teoriya muzîkê, piyanoyê lê zêde dibe. Ji sala 2’yan û şûnde her zarok dikare enstrumanekê hilbijêre û akademiya xwe 6 salan berdewam bike.”

AMED / Xwebûn.org

Etîket: ma mûzîk, Polylang KMR, Rojnameya Xwebûn

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Fîlmên Sînemayê

Derî jî westiyayî ne

Çend Pirtûkên Nû

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Şîroveyekê bihêle