Hate Ber Derî Lê Cegerxwîn lê Nenerî

Rojekê civatek qerase li hev kom dibe. Li gel gel zanyar, sîyasetmedar û rewşenbîran Cegerxwîn jî di nava civatê de cihê xwe girtîye. Bi hev dişêwirin û li gel hev sohbetek xweş dikin.

Bermalîya Cegerxwîn ji bo karekî tê ku bi Cegerxwîn bişêwire hema li ber devê derî li Cegerxwîn dinere. Lê feqîrê Cegerxwîn destê wî ji civatê nabe û fedî dike li dû jina xwe here. Jina wî dibîne ku hevalê wê naye lê dixe diçe mal.

Seydaye Cegerxwîn bi dilbirînîya xwe hema di cih de helbesta bi navê “Te Zû Tê Deranî” dinivîse û wiha ya dilê xwe tîne ziman:
“Hate ber derî min lê nenerî
Lê gava ku ew çû, min dil daye dû
Ka ew çavên reş, ka ew dêmên geş
Ka ew bêhna xweş,ka ew reng û rû

Ev helbest ji alîyê Ciwan haco ve bi meqamek xweş û bi dengekî geş bûye stranek xweş.

Ji bo guhdarkirina stranê: https://www.youtube.com/watch?v=UteAhdS-bz0

Mela Mihyedîn

Etîket: Polylang KMR

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Gelo di zimanê kurdî de kelîmeyên nû hene?

Agir Ketye Berîka Min

Êşa Gulgeverê

Ronahiyên Dîrokê û Hêzên Nifşên Nû

Sifra Hevpar û Bereketa Civînê

Mihyedîn Nahrîn

Mihyedîn Nahrîn sala 1992an li gundê Hecî Hemze yê li ser Kerboranê hatiye dinê. Perwerdeya xwe ya sereke; ji elîfbayê ta Mewlûdê li ber destê dayîka xwe xwendiye. Perwerdeya xwe ya mektebê jî ji dibistanê ta zanîngehê li van derana xwendiye: Gundê Zergûza Xwarê, Hezex, Batman, Stenbol û Amed.

Hemû nivîskar →

Şîroveyeke binivîse

NivîskarMihyedîn Nahrîn
Dîroka weşanê06/07/2019
Nûvekirin09/10/2026
KategorîNivîsxane
Etîket
Hejmara peyvan157
Dema xwendinê1 deqe xwendin