
Tûzik li ser ava ye
Av li binya mala ye
Pîr nexweş e bela ye
Tûzik dermanê dila ye
Baranê rêşe rêşê
Pîr nexweş e zehf dêşê
Tûzik di dev de bigvêşe
Tûzik dermanê dilêşê
Rêya Tûzik ne dûr e
Gola wê jî ne kûr e
Tûzik Mendik, hê hûr e
Dermane bêqisûr e
Pîrê rabû ser piya
Gazî kire gundiya
Emaneta Tûzikê
Tûzik heyata hemiya
Keçik çûne Tûzikê
Xortan çûne Mendikê
Dest avêtin Tûzikê
Avê avêt navikê
Dîkran Melîkyan
Gotara berê: Dema min kurê xwe ji bo spartekan neda zorê, çi guherî?
Gotara piştî: Temsîliyeta Kurdan Di Sînemaya Kurdî û Tirkî de
Gotarên Têkildar
Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman
Romana Mehmed Uzun a Yekemîn: Tu

