Evdalê Zeynikê

Evdalê Zeynikê wekî homerosê kurdan tê naskirin. Di destpêka 1800î de li gundê Cemalwêrdî ya Tutax ku niha girêdayî Agiriyê ye ji dayîk bûye û di sala 1913î de li gundê Qnciyan a Qereyaziyê wefat kiriye. Evdal temenekê pirr dirêj jiyaye.

“Dengbêjê Sirmelî Mamed Paşa”, “Bavê Temo”, “Pisporê Qulingan”,”Siyarê Kuvî” ji navê Evdal in. Evdalê Zeynikê di stran û destanên xwe de pirr behsa qulingan, Temo, Gulê. Korbûn, xizanî, kalbûn, bêbextî hwd dike.

Bavê wî di zaroktiyê de miriye. Evdal bi navê diya xwe Gulê, Sêwî Silo(Şêx Silo) hwd re dikeve pêşbirkan. Carekê bê rawestan sê roj û sê şev didome ev pêşbirk û Evdal bi ser dikeve.

Evdal kê dibe bila bibe, mamosteyê dengbêjiyê ye. Nivîskar Ahmet Aras li ser jiyana Evdal herî pispor e û div î warî de pirtûkek jî nivisiye.

Ji Salnameya Nûbihar(2016) hatiye wergirtin-Çandname

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

8 rêbaz ji bo ku hûn xwe piştî veqetînê ji nû ve nas bikin

Gelo piştî veqetînek an guhertinek mezin a di jiyanê de, hûn xwe winda hîs dikin? …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *