
Li Zanîngeha Mêrdînê ji bo demsala Biharê ya sala 2016-2017an di Enstîtuya Zimanên Zindî de ji bo bernameya Ziman û Çanda Kurdî xwendekarên Lîsansa Bilind a Bitez wê bêne standin. Derbarê agahtariyêde agahiyên berfireh li jêrê hene.
[divider style=”solid” top=”20″ bottom=”20″]
ZANÎNGEHA MÊRDÎN ARTUKLUYÊ
MUDÎRIYETA ENSTÎTUYA ZIMANÊN ZINDÎ
Di demsala Biharê ya sala 2016-2017an de ji bo bernameyên li jêr wê xwendekarên Lîsansa Bilind a Bitez bêne qebûlkirin.
|
Bername |
Kontenjan |
Şert û Merc |
|
|
Ziman û Çanda Kurdî |
Hemwelatiyên T. C. |
Biyanî |
Mezûnbûna ji bernameyeke Lîsansê |
|
15 |
10* |
||
* 5 kes ji kurdên Iraqê û 5 ji kurdên heremên din wê bêne qebûlkirin
Ji bo Xwendekarên Biyanî Şertên Serlêdanê
- Serlêdan bi şexsê xwe an jî bi riya postê dibin.
- Kesên ku serî lê didin hewce ye xwedî dîplomeyeke Lîsansê bin.
- Kesên ku serî lê didin hewce ye notê wan ê mezûniyetê li gorî sîstema 100î hatibe nîşandan û notê wan kêmanî ji sedî 65 be. Belgeya wan a ku notê mezûniyetê nîşan dide hewce ye ji zanîngeha ku mezûn bûne hatibe pejirandin.
Ji bo Xwendekarên Biyanî Belgeyên Hewce Seba Serlêdanê
- Forma Serlêdanê (Li ser malpera Enstîtuyê heye)
- Fotokopiya dîplomeya Lîsansê an jî belgeya mezûniyetê
- Fotokopiya transkrîptê (belgeya notê mezûniyetê) ya pejirandî
- Hebek sûret
Ji bo Xwendekarên Biyanî Esasên Nirxandina Serlêdanê
Puanê xwendekar li gorî rêjeya jêr tê hesabkirin.
- % 20 Notê mezûniyeta Lîsansê
- % 40 Puana ezmûna nivîskî*
- % 40 Puana ezmûna devkî (mulaqat)
- Di encama van hemûyan de hewce ye xwendekar kêmanî 55 puan bistîne.
- Yên ku benda 55 puanê derbas kirin li gorî bilindbûna puanên xwe tên rêzkirin û bi qasî kontenjanê kes tên wergirtin. Dîsa bi qasî yên qezenckirî kes wekî yedek tên hesibandin. Gava ji yên qezenckirî kesek qeyda xwe neke ji yên yedek xwendekar tê wergirtin.
|
Dîrokên Serlêdan, Nirxandin û Qeydê |
|
| Serlêdan |
19-30/12/2016 |
| Bo Hemwelatiyên T.C. ezmûna nivîskî |
06/01/2017, Saet: 15.00 |
| Bo Biyaniyan ezmûna nivîskî |
05/01/2017, Saet: 10.00 |
| Bo Biyaniyan ezmûna devkî |
06/01/2017, Saet: 15.00 |
| Encamên ezmûnan |
07/01/2017 |
| Îtiraz ji bo encama ezmûnan |
9-13/01/2017 |
| Qeydiya yên qezenckirî |
16-20/01/2017 |
| Qeydiya yên qezenckirî ji nav yedekan |
23-27/01/2017 |
Not 1: Azmûna niviskî wê bi alfabeya latinî û lehçeya Kurmancî bêkirin.
Navnîşana Serlêdanê: Enstîtuya Zimanên Zindî, kêleka avahiya Rektoriyê, Mêrdîn.
Tel: 0482 212 98 84.
Gotara berê: Ziman û Mirov
Gotara piştî: Kêz Xatûn
Gotarên Têkildar
Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

