Du xelat bi hev re

Stenbol – Xelatên 28emîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê diyar bûn; derhênerê Kurd Mehmet Ali Konar du xelatan bi hevre wergirt.

Derhêner Konar ku bi fîlma xwe ya bi navê “Govenda Alî û Dayka Zîn” re beşdarî festîvalê bibû, Xelata Yilmaz Guney û Xelata SIYADê ya Cuneyt Cebenoyan bi hevre bidest xist.

Her wiha derhenêrê Kurd piştî wergirtina xelatan ji Tora Medyaya Rûdawê re diyar kir ku li Tirkiyê ev duyêmîn festîvala fîlma ye wî beşdarî kiriye û wisa axivî; “Rast e me di vê festîvalê de du xelat wergirtin. Bi taybetî xelata bi navê Yilmaz Guney ji bo me gelek girîng bû. Xelata duyemîn jî ya rêxistinên sînemaya Tirkiyê SIYAD bû. Herdu xelat jî gelek hêja ne û ez li ser navê xwe û hevalên xwe gelek kêfxweş im.”

Hêjayê gotinê ye ku fîlma “Govenda Alî û Dayka Zîn” duyemîn fîlma dirêj a derhêner Mehmet Ali Konar e. Her wiha yekemîn fîlma derhêner a dirêj jî bi navê “Hewno Bêreng” e û ev fîlm dibe yekem fîlma dirêj a profesyonel ku bi zaravayê Kurdî ya Kirdkî (zazakî) hatiye kişandin.

Etiketi: Çand, Civakî, Govenda Alî û Dayka Zîn, Gûzika Zêrîn, Hewno Bêreng, kirdkî, Mehmet Ali Konar, Polylang KMR

Nuşteyê verênî:

Nuşteyê peyênî:

Nuşteyê Pêwendîdaran

Daxuyaniya Dawî ya Semînarê Rojên Wêjeya Kurdî (Bi sê zaravayên Kurdî)

Bawerî û Kulturê Kurdan de Cayê Gaxanî

Derheqê Tradîsyonê Fekkî, Kultur û Edebîyatê Şarî de

Dîyarbekir de Rewşa Şîn û Şînxaneyan

Qise bınuse