Pirtûk Hezkirî
PERÎŞANNAME Mela Perîşanê Dînewerî

PERÎŞANNAME Mela Perîşanê Dînewerî

Erol Şaybak, Shahab Vali Avesta

₺ 290,00

Perîşanname, xaseten li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bûye mijara gelek lêkolînên edebî û mensûbiyeta ‘tevgera hûrûfiyye’ ya muellifê wê Mela Perîşanê Dînewerî jî tê de, gelek îddiayên mezin li ser vê berhema balkêş hatine nivîsîn.

Etîket9786258383492, Avesta Yayınları, Erol Şaybak, Magna Carducia, Mela Perîşanê Dînewerî, PERÎŞANNAME, Shahab Vali
KategorîMAGNA CARDUCIA
Bikire

Perîşanname, xaseten li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê bûye mijara gelek lêkolînên edebî û mensûbiyeta ‘tevgera hûrûfiyye’ ya muellifê wê Mela Perîşanê Dînewerî jî tê de, gelek îddiayên mezin li ser vê berhema balkêş hatine nivîsîn. Pisporên edebiyata kurdî li ser cureya metnê û nasnameya muellifê wê, fikrên dûrî hev pêşkêş kiribin jî, heta roja îro nusxeyeka sehîh ji berhemê nehatiye belavkirin.

 

Li gor tarîxa nivîsîna berhemê û çavkaniyên berdest, Perîşanname di sedsala 9ê koçî ango di sedsala 14ê mîladî de hatiye nivîsîn û kevntirîn mesnewiya bi zimanê kurdî ye ku heta niha gihiştîye destên me. Berhem, bi temamî pabendê baweriya ‘Mezheba Şî’a’ ye û muellifê wê Mela Perîşan, şeyxul îslamekî kurd e. Naveroka Perîşannameyê bi gelek bûyer û temayên sereke ji tarîxa dînê Îslamê, nemaze li ser îsbatkirina heqaniyet û welayeta zavayê pêxember, xelîfeyê çarem ‘Elî bin Ebû Talib hatiye dariştin.

 

Di gel hejmara zêde ya nusxeyên berhemê, heta niha bi şerh û şiroveyeke qanehker nusxeyeke kamil nehatiye çapkirin. Ev xebata li ber destê we, danasîn, şirove û ronkirinek e li ser hezar beytên Perîşannameyê ku berhemeka yekane ye ji gencîneya veşartî ya edebiyata kurdî ya klasîk.

Navê pirtûkêPERÎŞANNAME Mela Perîşanê Dînewerî
NivîskarErol Şaybak, Shahab Vali
WeşanxaneAvesta
CureAraştırma-İnceleme
ZimanKurdî (Kürtçe)
Cihê çapêİstanbul
Sal2023
Rûpel208
Ebat21,5 x 13, 5 cm
ISBN9786258383492
Çap0
ISBN9786258383492

Erol Şaybak

Avesta