Pirtûk Hezkirî
KURD Û SELAHEDDÎN Gelo em ji Selaheddîn an jî ji xwe hesab bixwazin? Daxwaza bersivê piştî heştsed salî ji fermandarekî

KURD Û SELAHEDDÎN Gelo em ji Selaheddîn an jî ji xwe hesab bixwazin? Daxwaza bersivê piştî heştsed salî ji fermandarekî

Bedran Ehmed Hebîb, Muhsin Mihemed Hiseyn Avesta

₺ 240,00

Ev kitêb komek pirs in ku bi nivîskî ji ustad diktor Muhsin Mihemed Huseyn hatine pirsîn. Ew yek ji nivîskarên akademîk ên navdar e li Kurdistanê û di vê biwarê de hejmarek berhemên wî jî hene.

Etîket9786255535269, Emin Narozî, KURD Û SELAHEDDÎN, Selaheddîn
KategorîSELAHADDİN
Bikire

Ev kitêb komek pirs in ku bi nivîskî ji ustad diktor Muhsin Mihemed Huseyn hatine pirsîn. Ew yek ji nivîskarên akademîk ên navdar e li Kurdistanê û di vê biwarê de hejmarek berhemên wî jî hene. Naveroka vê diyalogê ya sereke derbarê xemsariya Selaheddîn ji bo avakirina dewleteke kurdî û xizmetnekirina wî ji gelê xwe re ye.
Ji ber ku kesên mîna Ustad, Selahedîn diparêzin û hemî helwestên wî jî rast didêrînin kêm in, me ev diyalog pê re çêkir. Çawa ku ew jî hemî pirs û nêrînên me yên li ser Selaheddîn bersiv dide û li me vedigerîne ku ev jî mafê wî ye. Bêguman em jî Selahedîn fehm dikin û rûmetê jî didinê, lê em weha dibînin ku her bûyereke tarîxî mafê xwe yê lêvegerîn û nirxandinê heye.
Jixwe li ser bûyeran bi her nifşekî nû re nêrîneke nû jî derdikeve holê, lê ev nayê wê maneyê ku nirxandina Selaheddîn û periyoda wî li gorî pîvanên îro bê kirin. Lê belkî divê nirxandina hertiştî li gorî pîvanên serdema wî be, çunkî ne dadwerî ye ku bûyer ji cih û rewşa xwe ya tê de bê derxistin. Lê ev nayê maneya ku hinek xalên tê de nayên rexnekirin û hertiştê ku qewimiye jî rast bê dîtin.
Bedran Ehmed Hebîb

Navê pirtûkêKURD Û SELAHEDDÎN Gelo em ji Selaheddîn an jî ji xwe hesab bixwazin? Daxwaza bersivê piştî heştsed salî ji fermandarekî
NivîskarBedran Ehmed Hebîb, Muhsin Mihemed Hiseyn
WeşanxaneAvesta
CureSelaheddîn
ZimanKurdî - Kürtçe
WergêrEmin Narozî
Cihê çapêBerdan Matbaası - İstanbul
Sal2025
Çap1
Rûpel128
Ebat13.5 x 21.5
ISBN9786255535269
ISBN9786255535269

Avesta