Pirtûk Hezkirî
Kitêba Cilwe - Deqên Êzdiyan Ên Olî Yên Nivîskî

Kitêba Cilwe - Deqên Êzdiyan Ên Olî Yên Nivîskî

Avesta

₺ 220,00

Kultura êzdiyatiyê kultureke devkî ye. Tekstên xwe yên pîroz jî bi devkî gotine. Kevneşopa êzdiyan dibêje ew xwedan Kitêbeke Pîroz bûne ku li mala êzdiyekî veşartî ye an winda bûye. Ji 1880yan vir ve, kopiyên du deqên pîroz bi erebî belav bûn.

NivîskarMishefa Reş, Xanna Omerxalî
WergêrEmîn Narozî - Fahriye Adsay
Cih (basım yeri)Berdan Matbaası, İstanbul
Sal (basım yılı)2025
Çap (baskı)1
Ebat13 x 19.5 cm
Satın alma bağlantısıhttps://www.avestakitap.com/kiteba-cilwe
EtîketEmîn Narozî - Fahriye Adsay, Magna Carducia, Mishefa Reş, Xanna Omerxalî
KategorîUncategorized
Bikire

Nivêjên Êzdiyan Kowara Hawarê

Kultura êzdiyatiyê kultureke devkî ye. Tekstên xwe yên pîroz jî bi devkî gotine. Kevneşopa êzdiyan dibêje ew xwedan Kitêbeke Pîroz bûne ku li mala êzdiyekî veşartî ye an winda bûye.
Ji 1880yan vir ve, kopiyên du deqên pîroz bi erebî belav bûn. Anastase-Marie ku yekem car Kitebên Pîroz ên êzdiyatiyê yên ‘resen’ çap kirine, di 1911an de nivîsandiye ku di ‘kitêbxane’ya Lalişê de qutiyek hesinî dîtiye, ku tê de orjînalên Kitêbên Pîroz ên êzdiyatiyê dihatin parastin. Wan wek kitêbên 33x22x7 cm, li ser çermê xezalê nivîsandî tarîf dike. Sê mifteyên qutiyê hebûye: yek bi Mîrê êzdî, Mîrê Şêxan re, ya duyemîn û sêyemîn bi serkirdeyên Lalişê û kitêbxaneya wê re bûye. Tenê ev sê kes destûra wan heye salê du caran kitêban vekin û wan bixwînin. Kitêbxanevanekî êzdî dûre ev kitêb dane wê. Berî bimre,ji Anastase re gotiye ku kitêbên êzdiyatiyê di eslê xwe de bi kurdî hatine nivîsandin û bi wehiyeke ji Xwedê bo êzdiyan hatine şandin. Wî jî îdia kiriye ku kitêb di qutiyeke ji dara gûzê de, di şikefteke li Şingalê binaxkirî de bûye û dûre ji kurdî bo erebî hatiye wergerandin. Li gor wî, Cilvê li ser çermê tenîk ê pezkuviyê rûpelên parşomen, Mishefa Reş jî li ser ruloyên parşomen ên çermê pezkuviyê hatiye nivîsandin.

Di vê berhevokê de em didin ser şopa van kitêbên winda, ligel nivîseke Xanna Omerxalî ku vê mijarê ronî dike, me cih daye wergera “Kitêba Cilwe” û “Mishefa Reş” û “Nivêjên Êzîdiyan” ku di 1933yan de di nav weşanên Hawarê de çap bûye.

Navê pirtûkêKitêba Cilwe - Deqên Êzdiyan Ên Olî Yên Nivîskî
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
ISBN9786258383928
ISBN9786258383928