Pirtûk Hezkirî
DURRU’L-MECALIS JI NIMÛNEYÊN HIKAYETÊN PEXŞANKÎ YÊN BI KURMANCÎ YÊN PÊŞÎ

DURRU’L-MECALIS JI NIMÛNEYÊN HIKAYETÊN PEXŞANKÎ YÊN BI KURMANCÎ YÊN PÊŞÎ

Mela Mûsayê Hekarî Avesta

₺ 320,00

Li kêleka helbesta klasîk, hemû cureyên vegotinên gelêrî wek mîtos, efsane, destan, çîrok, çîrçîrok, beşeke dewlemend a edebiyata gelên Rojhilatê ne. Durru’l-Mecalisa bi kurmancî jî nimûneyeke tîpîk ji vî cureyî ye. Ev pirtûk ku ji aliyê Mela Mûsayê Hekarî di dawiya sedsala 16.

Etîket9786258383850, Banê Gerdûn, DURRU’L-MECALIS, JI NIMÛNEYÊN HIKAYETÊN PEXŞANKÎ YÊN BI KURMANCÎ YÊN PÊŞÎ, Mela Mûsayê Hekarî, Ramazan Pertev
KategorîMAGNA CARDUCIA
Bikire

Li kêleka helbesta klasîk, hemû cureyên vegotinên gelêrî wek mîtos, efsane, destan,
çîrok, çîrçîrok, beşeke dewlemend a edebiyata gelên Rojhilatê ne. Durru’l-Mecalisa bi
kurmancî jî nimûneyeke tîpîk ji vî cureyî ye. Ev pirtûk ku ji aliyê Mela Mûsayê Hekarî di
dawiya sedsala 16. û di serê sedsala 17. de hatiye nivîsîn, yekem ji nimûneyên
pexşannivîsiya kurmancî ye û herweha yekem ji wergerên kurmancî ye li ser binemaya
hejmareke hikayetên farisî.
Erdnîgariya van hikayetan bi Îran, Hindistan, Turkistan, Erebistan, Kurdistan, Misir û
Romê re eleqedar e weku Medayîn, Belx, Cihanabad, Herat, Şîraz, Nîşapur, Sîstan,
Babil, Bexdad, Besra, Şam, Yêmen, Cizîra Mesqetê, Hîcaz, Cîde, Rom, Diyarbekir,
Stenbol û wd navên bajaran tê de derbas dibin.
Di Durru’l-Mecalisê de hikayetên wek “Silêman û Belqîsa”, “Sîmurx Anqa”, “Bayezîd
Yildirim û Teymûrxanê Leng”, “Iskenderê Zîlqerneyn”, “Deqyanûs û Eshabê Kehf”,
“Siltan Mirad û Genc Osman”, “Ferhad û Şîrîn”, “Ristemê Zal”, “Yûsif û Zilêxa”, “Mûsa û
Firaûn”, “Dehhak”, “Hafizê Şîrazî û Şax Nebat”, “Hesen û Hisên”, “Bîjen Xanê kurê
Çengîz Xan û Beraniyê Keçika Mitrib”, “Adem û Hewa”, “Siltan Mehmûd Xeznewî û
Iyaz”, “Hatemê Tayî û Necaşî”, “Nemrûd û Hezretî Ibrahîm”, “Nûh û Tofan” jî hene ku
hinek ji van ji aliyê naverokê ve varyantên cuda ne.
Ji awayê nivîsîna Mela Mûsa diyar dibe ku asta wî ya edebî û bikaranîna wî ya hunera
vegotinê bilind û serkeftî ye. Baweriyekê dide ku di serdema wî de tradîsyoneke
pexşannivîsiyê di kurmancî de hebe.
Di vê xebatê de ev berhem ji çend aliyan ve hatiye nirxandin û destxeta orijînal a bi
elfabeya erebî hatiye latînîzekirin.

Navê pirtûkêDURRU’L-MECALIS JI NIMÛNEYÊN HIKAYETÊN PEXŞANKÎ YÊN BI KURMANCÎ YÊN PÊŞÎ
NivîskarMela Mûsayê Hekarî
WeşanxaneAvesta
CureBanê Gerdûn
ZimanKurdî - Kürtçe
WergêrRamazan Pertev
Cihê çapêBerdan Matbaası - İstanbul
Sal2024
Çap1
Rûpel248
Ebat13.5 x 21.5
ISBN9786258383850
ISBN9786258383850

Avesta