Pirtûk Hezkirî
Rêwîtiya Erziromê

Rêwîtiya Erziromê

Avesta

₺ 200,00

Pûşkîn rêwîtiya xwe ya ji Moskowê ber bi Kafkasya, Ermenistan û Serheda welêt; û bûyerên Şerê Rûs-Tirkan ên salên 1828-29an bi hûrguiî û wêrekî vedibêje.

NivîskarA. S. Puşkin
WergêrTêmûrê Xelîl
Cih (basım yeri)Berdan Matbaası, İstanbul
Sal (basım yılı)2025
Çap (baskı)1
Rûpel (sayfa sayısı)72
Ebat13 x 19.5 cm
Satın alma bağlantısıhttps://www.avestakitap.com/rewitiya-erzirome
EtîketA. S. Puşkin, Banê Gerdûn, Têmûrê Xelîl
KategorîUncategorized
Bikire

Pûşkîn rêwîtiya xwe ya ji Moskowê ber bi Kafkasya, Ermenistan û Serheda welêt; û bûyerên Şerê Rûs-Tirkan ên salên 1828-29an bi hûrguiî û wêrekî vedibêje. Rêwîtî di heyameke giran a siyasî de pêk hatiye û Pûşkîn bi qaçaxî derbasî xaka Osmanî bûye, û hilbet ev çûyina bêyî destûr ji nezera tazarê (çar) rûs Nîkolayê 1em nereviye û xwestiye wî bi hepskirinê ceza bike.
Ev gernameya balkêş cara pêşîn di sala 1836an de çap bûye, bi teswîrên bêqusûr, zindî û fikrên kûr li ser şer, çand û siyasetê raber dike. Pûşkîn nêrînên romantîzekirî yên Rojhilatê di ber çavan re derbas dike, lêgerîneke fewqalade û sêwirandî li ser hevkirin û cihêrengiya nasname û erf-edetan pêşkêş dike. Xebat wisa jî emperyalîzma rûsan rexne dike û çavdêriyên şexsî yên Pûşkîn radigihîne.
Giringiyeke din a vê berhemê jî ew e; Pûşkînê humanîst, li deşta Araratê ji salmezinekî êzdî derheqa dîn û baweriya wan pirsiye û çend melûmat jê hildaye û di nivîsara xwe de cîwar kiriye.
Ronahîditina vê “rewîtiyê” bi zimanê kurdî ciyê kêfxweşiyê ye, retorîka vegotina wê ya modern û krîtîka wê ya kubar wê ber dilê xwendevanan de bihê û ji wan re bibe îlham.

Navê pirtûkêRêwîtiya Erziromê
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
ISBN9786255535191
ISBN9786255535191