Tag Archives: raman

Bîranînên endamên malbata Aramê Tîgran: Şedê Du Emra

(Rêya Teze, 5-12-1966) Vagonêd maşînê dabûne pey hev, ketibûne rêzê û bibûn zincîr. Ew xêlek bû, wekî maşînê ermeniyêd xerîbîêda gîhandibû ser xwelîya Ermenîstana sovêtîê. Gava maşîne ser sînorê Ermenistanê û Gurcistanê sekinî û ermenîyêd xerîbîyêda, ku kesera xwelîya wetenîê bi sala dilê wanda bû, ji maşînê peya bûn, kundî …

Read More »

Di kûraya xewnan de rêwîyên şevê..

Ez li gel heval û hogirên xwe, di kûraya şevê de rûniştime û wekî pêşbazên avjenîyê ketime navgermaya sohbet û bîranînansalên bihorî. Em her yek weke kevokên qasid, ji cîh û warên dûr hatine cem hev û di kûrahî û tarîtîya şevê de em li ser refek ewrê sipî û …

Read More »

Memo û Axtamaran

Memo xortekî bi eslê xwe Kurd e û ji Bakûrê Kurdistan serhedê bajarê Wan ê bûye. Memo xortekî çeleng û kedkar li kêleka ava gola Wanê de xehwexanê bikar tîne û ji bo debara xwe û malbate xwe rêde bibe. Rojek ji rojan ji Girava Axdamaran komekî kes bi tevê …

Read More »

Kurtenivîsek li ser zimên

Ziman, amûra danûstandin û ragihandinê ye ku di pêvajoyeke dipdirêj a herikîna dîrokê de derketiye holê. Ji aliyê mirov û heywanan ve tê bikaranîn û ji dengan pêk hatiye. Bi danûstandin û ragihandina bêgotin û bi jest û mîmîkan ve jî mirovan peyamên xwe digihînin li hev. Ziman, di heman …

Read More »

Zimanê Ramanê Me

Rastî û nirxên me yên ku karakter û kalîteyê li nasname û kesayetiya me zêde dikin tune ne. Mebesta min ji ti tiştî ne ew e ku ew bi tevahî tune ye, lê ew bê taybetmendiya xwe û xwezaya xwe ya di nav têkiliyên ku wê pêk tînin de tune …

Read More »

Li pey şopa Bedirxanîyan

Hinin nav hene, ku di nava miletê xwe û cîhanê de sembol in. Ew qewm û ew nav bi hev ve girêdayî ne – mîna çerm û hestî ne, bê hev nabin. Ku navê Almanan tê gotin, pê re navê Bismarck derbas dibe; gava qala Fransizan tê kirin, navên Napoleon …

Read More »

Serpêhatiyeke Rêwîtîyekê (Çîrok)

“ Xwezî bi kurdî şor bikira” Ez li gara otobûsan ya Stenbolê, ji bo çûyina Welêt, li otobûsê siwar bûm. Li koltuxa rex a min, ciwanekî bîst û du-sê salî rûniştibû. Ji porê wî, yê ku bi makîneyê hatibû kurkirin xuya bû ku leşker e. Min silav lê kir û …

Read More »

Amed, Mekan û Şiîr

Bav û kalan, li şevbuhêrkan, çîrokên zemanê berê ji me re vedigotin; em ji mal, gund, şar û bajarên xwe dûr û kûr diçûn. Dû re di hişê me de mekanek nû çêdibû. Li Amedê, her ger û temaşeyê de, hewl didim, di hişê min de çîrok û risteyên vê …

Read More »

Peyva “SAYÎN “

Ev peyv qaşo bi Tirkîye û dîsa qaşo ji hesibandinê, balgirtinê û rêzgirtinê hatîye. Lê heya niha çawa bi qasî zanîn û famkirina xwe min gelek peyvên ku Kurdîne û ji Kurdî hatine dizîn û kirina nava hewşa zimanê Tirkî deşîfre kirîye niha jî ezê ji we re peyvekî din …

Read More »

Hin tiştên derbarê Şêx Seîd û serhildanê de nayên zanîn!

Yên rastiya Başûrê Kurdistanê baş nizanin nikarin bigihîjin vê qenaetê. Di dema îroyîn de, ji Kerkûkê bigre heta Hewlêrê ji wir jî heta Mûsilê şerîdeke Tirkmenî heye ku bi kêmanî 500 hezar Tirkmen li xwe digre. Heger Tirk li wîlayeta Mûsil û Başûrê Kurdistanê mabûna, bi kêmanî dibûn du yan …

Read More »