Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Çima ”RONAHΔ ?

1)“Ronahî” peyveke Kurdî ye û xweşikiya zimanê Kurdî nîşanî mirovî dide. Zimanzan û avahîsazê gramera zimanê Kurdî yê hêja Celadet Elî Bedirxan sala 1942 an li Şamê destpê weşana kovareke Kurdî bi navê “Ronahî” kiriye û ev kovar 28 jimara derketiye û di dîrokê de rola wê girîng e. 2)Di …

Read More »

Di Pêşketina Ziman De Girîngiya Wergerê

“Eger hûn Kurd dixwazin bikevin nav miletên – neteweyên- modern-medenî klasîkên edebiyata cîhanê – dunyayê –wergerînin.”  Ebdullah Cevdet     Yê ku ziman û edebiyata nivîskî dewlemend dike yek jê jî werger e. Ji bo pêşketina edebiyatê û dewlemendiya zimên werger roleke girîng dilîze. Gelek zimanên ku qels bûn ji …

Read More »

Cudahiya Me û Serdema Cahiliyê

Gelo cudahiya me û mişrîkên serdema Cahiliyê çiye? Wan jî digot: em ji Xwedê bawer dikin; lê jê ne bi ewlebûn û digotin bila Xwedê alaqa xwe ji karê menî dinyayî neyîne. Ma em alaqa xwe ji karê Xwedê tînin !

Read More »

Birayê Axretê

Di zaroktiyê de, em ji mezinan fêrî (Birayê Axretê) dibûn. Me dibihîst ku filankes û bêvankes di gund de bûne birayên hev û din yên axretê.. Me zarokan jî, nola wan dikir.. Her du zarok ji me, ku me hez hev û din dikir, em dibûn birayên hev yên axretê..! …

Read More »

Çêleka Zer

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Keçikek hebû. Navê wê Eyşê bû. Di piçûkatiya we de dayîka wê mir. Çêlekeke wan hebû, ji ber ku bi şîrê wê mezin bibû jê re digot dayê. Bavê keçikê jinek ji xwe re anî. Keçikekê wê …

Read More »

 Hz. Sewde Bîntî Zem’a

—1— “Ey Resûlê Xwedê! Bi navê Xwedê sond dixwim ku fikra min a weke zewacê tunebû; Lewra daxwaziya min ew e ku tenê roja qiyametê weke hevjîna te derkevim hember Xwedê Te’ala.” Sewde Bîntî Zem’a Salên Xemgîniyê Piştî wefata hevjîna mezin û biwefa Hz. Xedîce, Pêxemberê me (s.x.l) gelekî xemgîn …

Read More »

Bi kurtî, Nivîskarî û Nivîskarê Kurd..

Berî pêlekê ev pirs ji min hat kirin; Nivîskar kî ye? Nivîskarê kurd Kî ye? Ez kurtbûna bersiva xwe ji bo pêşkêş dikim: Nivîskar ew mirovên ku xwedî zanîn, serborî û serwextî ne, his û hestên wan tenik û nazik in, bi vîn û deyax in û bi şert û …

Read More »

Mele û Keşe

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Li gundekî melayek û keşayek hebûn. Rojekê mela û keşa bihev re peymanekê çêdikin û bihevre genim diçênin. Dema ku genim digehe, zer dibe, mela û keşa diçin nav zêviye dixwazin genimê xwe lihev belavkin. Mela ji …

Read More »