Pirtûk Hezkirî

şermeke kevnar e niha çîrok

ev pêlek e

û ev pêlek e

Kurdistan peyvek e

 

Îrfan Amîda, serpêhatîya helbestvanîya xasî xwe, bi vegotin û sembolên poetîkaya xwe didomîne. Di her pêlika helbestên xwe ên nû de bi şêwazekî dîtir ruhê peyvan dide ber çavên me. 

Zengeşev, bi helbestên xem û xemgînîyên kûr, pêlên ji dem û wextên derbasbûyî, sîya bavên dilkeser, dayikên her dilovan û bendewarê azadîyê, hechecîkên dûrî warên xwe… 

Ew her çendî ji cîhaneke nasyar sembolan berpeyî me, xwendevanên xwe dike jî, Îrfan Amîda pira zemên a di navbera duh û îroya Kurdistanê de peyv bi peyv li bîra me dirêse.

Navê pirtûkêZENGEŞEV
WeşanxaneLîs
CureDİZİLER / WÊJEYA KURDÎ, ÎRFAN AMÎDA, Kurdî / Kürtçe, KÜRTÇE EDEBİYAT HELBEST, Şiir
ISBN9786256626201