Pirtûk Hezkirî

ey bîyaban bilindtir bike

bena navbera xwe û gerdûnê

navbera xwe û xwe

navbera xwe û wan

 

Mîna Acer di Bîyabanê de xwendevanan di nav kûrahîya hestên mirovahîyê de vedixwîne rêwîtîyeke lîrîk û me dibe nav bîyabaneke hundirîn û li wir li şopa hestên wekî keser, bendewarî, wêranî û evînê digerîne.

Helbest hin caran di nav atmosfereke tarî û bêhêvî re derbas dibin. Lê hêvîya hatina mêvanekî ku wê bibe qîbleya dilan, wekî dilopeke jîyanê dibiriqe û dibe çirûskeke ku rêya xwendevanan di nav cîhana pirtûkê de ronî dike.

Bîyaban vexwendinek e ji bo geryana li nav erdnîgarîya dilê mirov ku li wir, di nav lemên herî çilmisî de jî, hêvîya şînbûna “bexçeyekî kêfxweş” her dem zindî ye.

Navê pirtûkêBÎYABAN
WeşanxaneLîs
CureDİZİLER / WÊJEYA KURDÎ, Kurdî / Kürtçe, KÜRTÇE EDEBİYAT HELBEST, MÎNA ACER, Şiir
ISBN9786256626256