Pirtûk Hezkirî

Ev berhem ji yanzde Xewn û heft Nîgaşan hatiye ristin. Xewn û Nîgaş bi awayê monologê hatine vegotin. Nivîskar xwe dixe navenda kirin û ramanên şaş û xwe, kirinên xwe û ramanên xwe dide ber tîrên rexneyan. Nivîskar di xwerexnekirinê de sînoran nade ber xwe û nabêje min ji ber van sedeman ev şaşî kirine. Kirin û ramanên xwe ên şaş tevan bi qelsîya kesayetîye xwe ve girê dide.

Nivîskar di vegotina Xewn û Nîgaşan de dihêle ku xwendevan serê xwe bi têgihiştina bûyeran re biêşîne û carinan jî Xewn an Nîgaşê dîsa bixwîne. Loma jî divê di xwendinê de bîna me fire be.

Navê pirtûkêXEWN Û NÎGAŞ
WeşanxaneLîs
CureÇîrok, Kurdî / Kürtçe, KÜRTÇE EDEBİYAT, ÖYKÜ DİZİLER / WÊJEYA KURDÎ, ŞÎYAN SERBIXWE
ISBN9786059295536