Di hikayetên Borges û Márquez da behsa tarîxê bi xwe ji hikayetan pêk tê, lê hikayet piranî fantastîk in li ser erdê rastiyê.
Hikayet û behsên di vê kitêbê da teswîrên zemanê çûyî ne ku meriva radikêşine wê demê. Nivîskar wekî epîtaf, rehmet li gora Joyce aniye, û gotina wî kiriye mifteya vê kitêbê, ya ku dibêje; tarîx mîna kabûsekê ye ku huzûrê nade min, û xwe didimê ku jê hişyar bibim. Tevî tesîra wê tarîxa bêhuzûr, ev hikayet ji tarîxa piçûk a nenivîsandî derketine û rastî û xeyalî li hev pêçayî ne. Lê her çi be jî, xeyalkarî, xwe dispêre rehên wê civakê ya ku metnên edebî jê derdikevin. Ev kurteçîrokên han deng û behsên civakê ne û berê me didine mîraseke nenivîsandî ku sewta wan ji nava defterên razayî hişyar dibin.

Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din
₺ 240,00
Di hikayetên Borges û Márquez da behsa tarîxê bi xwe ji hikayetan pêk tê, lê hikayet piranî fantastîk in li ser erdê rastiyê. Hikayet û behsên di vê kitêbê da teswîrên zemanê çûyî ne ku meriva radikêşine wê demê.
| Nivîskar | Rizgar Elegez |
|---|---|
| Cih (basım yeri) | Berdan Matbaası, İstanbul |
| Sal (basım yılı) | 2024 |
| Çap (baskı) | 1 |
| Rûpel (sayfa sayısı) | 136 |
| Ebat | 13 x 19.5 cm |
| Satın alma bağlantısı | https://www.avestakitap.com/hikayeta-terziyeki-u-cend-tisten-din |
| Etîket | Rizgar Elegez |
| Kategorî | Çîrok |