Pirtûk Hezkirî

Şairê gewre Fêrîkê Ûsiv, di Ûsivê Nevîya de bi zimanê xwe ê herikbar, pêşkarwanek, neh karwanên din û paşkarwanek li pê hev şandiye. Ûsivê Nevîya jî destanek e ku şair dixwaze rastîya jîyanê bi wê, bi me bide zanîn û kesên wê bixwînin bibin xwedan tecrube. Gava meriv vê destanê dixwîne, meriv dibîne ku şairekî ne Misilman jî kare çi qasî ji dil û bi zimanekî edebî behsa serpêhatîyeke Misilmanan bike. Fêrîkê Ûsiv di vê destanê de me dibe welatê Ken’anê û ji serî de kêlî bi kêlî serpêhatîya Ûsiv û Zuleyxayê tîne ber çavê me.

Bîne wî sêwîyê heram î reda

Dayne ser serê min û ewleda…

Bende jî, belê, mînanî bax e

Bedewî şemsê şewq û şepax e,

Xweş dike berê dara hinarê,

Lê tev radike jara ançarê…

Ew bende bêje: Ûsiv bedew e,

Ew ber xanimê dîn û derew e.

Ew bende bêje: Ûsiv aqil e,

Benî Bedîlê ew miqabil e.

Lê aqil xwe ne siteyra rojê ye?

Na, hucet îcar dora padşê ye:

Navê pirtûkêÛSIVÊ NEVÎYA
WeşanxaneLîs
CureDİZİLER > PIRTÛKXANEYA EHMEDÊ XANÎ, EHMEDÊ XANÎ KİTAPLIĞI, FÊRÎKÊ ÛSIV, Kurdî / Kürtçe
ISBN9786058152168