Pirtûk Hezkirî

Lawikê Xerzî, vegotina ku xelek bi xelek li ber xwendevanan berfireh dibe, bûyerên ku qat bi qat lê zêde dibin, nîşandana kûrbînî û pirbûna hûrgilîyên karakteran, bi derûnî û taybetmendîyên xwe ên ku ji nava civaka Kurd bi hostetî hatine girtin… Mahmut Baksi hewil dide cîhana zarokekî ku nû bi nû, xwe û dinyaya li derveyî xwe nas dike bi cîhanavakarîya tam û temam a romannivîsekê pêşkêşî xwendevanên xwe bike.

Baksî, di vê kurteromanê de bi awayekî berbiçav zorê dide sînorên vegotina xwe.

Û careke din di texeyûla xwendevanên xwe de piştrast dike ku ew dê her tim wekî Lawikê Xerzî bê nasîne.

“Niha rê vekirî bû. Bavê min rişma hespê kişand û xwest bi rê keve. Lê hesp nemeşîya, simên xwe di erdê dan hîrîya. Bêhna xwîna mar çûbûyê û nedixwest pê li xwîna mar bike.”