Pirtûk Hezkirî
Stêrka Piçûk - Heşt Çîrok Bo Gêncan

Stêrka Piçûk - Heşt Çîrok Bo Gêncan

Avesta

₺ 280,00

Berê du çîrokên Murad Dildar “Qesra Spî” û “Dara Sêvê” her yekê wekî kitêb û bi resim hatibûn çapkirin, vêga ew herdu jî di navê de heşt çîrokên wî bi hev re çap dibin.

NivîskarMurad Dildar
Cih (cihê çapê)Berdan Matbaası, İstanbul
Sal (sala çapê)2020
EtîketHêlîn, Murad Dildar
KategorîUncategorized
Bikire

Berê du çîrokên Murad Dildar “Qesra Spî” û “Dara Sêvê” her yekê wekî kitêb û bi resim hatibûn çapkirin, vêga ew herdu jî di navê de heşt çîrokên wî bi hev re çap dibin. Di ta’ma çîrokên berê de, bo piçûk û mezinan; dê û bav dikarin bo qîz û lawan, keç û kur jî bo dê û bavan, kal û pîran bixwînin. Kerem bikin şevbuhêrkê!
“Eger hûn di şevên sayî de serê xwe bilind bikin û li ezman binêrin, hûn ê bi hezaran stêrkên birqok bibînin. Erê em dibêjin bi hezaran e; lê tu kes hejmara wan nizane. Ev stêrkên rewşen, di nav fezaya bê dawî û bê sînor de, cihên xwe girtine û roniyeke geş li dora xwe belav dikin. Di şevên tarî de wek qendîlên spî diçirisin û bi roniya xwe fezayê dixemilînin. Weke ku bi hezaran xarên zîvîn ji tûrikek rijiyabin û li derdorê belav bibin, li her çar aliyê fezayê cih girtine. Erê bi hezaran bûn; lê ev stêrkên geş ji berê ve ne li cem hev bûn. Kom û komikên piçûk ava kiribûn û her stêrk di nav komekê de dijiya. Ji bo çi ji hev veqetiyabûn, çima kom ava kiribûn û ji hev dûr ketibûn tu kesî nizanibû. Stêrkên geş jî sedema vê veqetandinê ji bîr kiribûn û bi hezaran salan di nav vê rewşê de jiyana xwe didomandin.”

Navê pirtûkêStêrka Piçûk - Heşt Çîrok Bo Gêncan
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel152
Mezinahî13.5 x 21.5 cm
ISBN9786052246993
ISBN9786052246993