Kovara Tîrêjê ku di sala 1979’an de, bi du zaravayên kurdî, kurmancî û kirdkî der ketiye, di dîroka Komara Tirkiyeyê de yekem kovara xwerû bi Kurdî ye. Kovara Tîrêjê ango helbestên wê xwedî taybetîyên girîng in. Lewra dema weşana kovarê ji hêla sîyasî û civakî ve demeke girîng e û kovar gelek rengvedanên wê demê di xwe de dihewîne. Mebesta vê xebatê, destnîşankirina hîmên bingehîn ên helbestên kovara Tîrêjê û li gorî wan hîmên bingehîn, nirxandin û şîrovekirina helbestên wê ye. Lewra helbestên wê xwedî hîmên hevpar in û ev jî helbesta Tîrêjê dike tradîsyon û ekolek. Ev xebat jî hewl dide ku hîmên bingehîn ên hevpar ên helbestên kovara Tîrêjê destnîşan bike. Helbestên kovarê bi rêbazeke xwîner-navendî û di çerçoveya têgehên weke bîrdozî, estetîka marksîst, dermetnîbûn û derdemîbûnê de hatine analîzkirin û bi vî awayî li ser hîmên hevpar ên helbestan nirxandin hatine kirin.

QONAXEKE MODERNÎZMA KURDÎ
₺ 160,00
| Kategorî | DİZİLER > WÊJE - REXNE, EDEBİYAT - ELEŞTİRİ REXNE, ELEŞTİRİ |
|---|