Pirtûk Hezkirî
Jiyana Xwedayî

Jiyana Xwedayî

Avesta

₺ 210,00

Çavên Xwedê hertimî vekirî bûn û zoq li ciyekî dinêrîn. Eger ew girtî jî bûna, vê rewşê wê ti tişt neguhertiba. Ti tiştê dîtinê tune bû û Xwedê li ti tiştî nedinêrî. Ew tije û tîr bû, mîna hêkeke ku wî gloverî û bêlivbûna xwe jê wergirtibû. Xwedê jixwetêrbûneke mutleq bû.

NivîskarAmélie Nothomb
WergêrMazhar Gunbat
Cih (cihê çapê)İstanbul
Sal (sala çapê)2014
Çap1
EtîketAmélie Nothomb, Banê Gerdûn, Koleksîyona Dest, Mazhar Gunbat
KategorîUncategorized
Bikire

Çavên Xwedê hertimî vekirî bûn û zoq li ciyekî dinêrîn. Eger ew girtî jî bûna, vê rewşê wê ti tişt neguhertiba. Ti tiştê dîtinê tune bû û Xwedê li ti tiştî nedinêrî. Ew tije û tîr bû, mîna hêkeke ku wî gloverî û bêlivbûna xwe jê wergirtibû. Xwedê jixwetêrbûneke mutleq bû. Wî ti tişt nedixwest, ti tişt nedipa, ti tişt wernedigirt, ti tişt red nedikir û bi ti tiştî re elaqedar nedibû. Jiyana wî ewçend têrtije bû ku ew êdî ne jiyan bû. Xwedê nedijiya, Xwedê hebû…

… Zarê xwedê tune bû û ji ber vê yekê ramana wî jî (tunebû). Ew têrî û ezelî-ebedî bû. Û vê yekê giş di radeya herî bilind de îspat dikir ku Xwedê, Xwedê bû. Û ti girîngiya vê îspata berbiçav tunebû, lewre Xwedê di nav helwesteke sermest de bû û ne xema wî bû ku ew Xwedê bû.

Navê pirtûkêJiyana Xwedayî
WeşanxaneAvesta
DilKurdî
Rûpel128
Mezinahî13.5 x 19.5 cm
BergKarton Kapak
ISBN9786055279882
ISBN9786055279882