Dilazad ART

Rîsala Aboriye – 2

Nuqteya Pençemîn

Cenab-i Hak, ji kerema kemala xwe, tahma nîmetê xwe wek kesê maldar didê kesê xîzan û wek didê padîşahekî didê xîzan û gedaya. Belê ji birçîbûnê û ji abordarîyê kesekî xîzan tahma ku ji qetek nanekî ziwa û reş distênê, ji tahma ku padîşahek yan maldarek ku acizbûn û dilnaçîna beklawayeke gelekî xweş zêdetir û bitahmtir e.

Tiştekî balkeşe ku, kesên beredayî û îsrafkar mirovên abordar bi sewîtî/çekûsî navdikin. Haşa! Abordarî rûmet û comerdarî ye. Kesên îsrafkar û kesên beredayî di xuyakirinê de çiqas merdane bin jî sêwîtî/çekûsî û bêrûmetî rewşa nava wan e.

Bûyereke ku vê rastîyê dipejirîne heye, dema weşandina vê pirtûkokê li Isparta di hicra min de çêdibe. Bi vî awayî: Dijî destûra jiyana min û qaîdeyên min, şakirdekî min nezîkî dudo û nîv okka hingiv ji bo bi min bide pejirandin diyarî min bi awayekî zexm li ser min rawest. Her çiqas min qaîda xwe peşkeşkir, ne rawest. Ji mecburî, ji bo ku bi sê hevalên li ba min bidim xwarin û di Meha Şabanê û Remezanê ji vî hingivî sî çil rojî ji bo ku her sê kes bixûn û ji bo kesê ji min re anî ye pê bibê xwedîxêr û ev hevalên min bê şerînayî nemînin min go: ‘rajinê’. Oqqak hingivê min jî hebû. A rast her sê hevalên min jî kesên abordar û rastbûn. Lê ji bo ku ji hevre pêşkeşkin û ji bo kêfa birayê xwe bîne û ji bo nefsa birayê xwe ji nefsa xwe çêtir didîtin bi vî awayî ev xuye xweşî abordarî ji bîrdikirin. Di hundire sê şeva da du û nîv oqqa hingiv xilaskirin. Min bi ken got: ‘Ez ê sî çil rojî bi hingiv devê we şêrinkim. We sî roj anî sê roja. Noşîcan be.’ Lê min ew oqqaq hingivê xwe bi abordarîye sarfkir. Di meha Şaban û Remezanê de hem min xwar û hem Lillahilhamd ew birayên min dema fitarê min her yekî kevçîkek dida (Haşîye 1: Yanî bi kevçîkekî çay ê mezin.) wa û bûne sedema xêreke girîng. Çêdibê ku ê ev halê min dîtibê bi qesîstî ez hesibandim. Sê şevê wa hevalên min comerd dîtibin. Lê di nuqteya rastî de, di bin qesîstîyê de rûmeteke bilind û berekete mezin û xêreke mezin hatibî hilandin. Û dibin wê comerdîtîyê û îsrafê de ku devjêneberdabana yê encameke ji qesîstîye xeraptir parsektî ye û li destê mirovên dî meyzêne bidê.

Nuqteya Şeşemîn

Gelek cûdabûn di navbera qesîstî û abordarîyê de heye. Bê çawa dilnizmî cireke pesndayînê ye ji zilleta ahlaqê xerab manên cûdaye û ku di xuyakirinê de wekhev in. Bê çawa giranî cireke pesndayînê ye ji ehlaqê xerab ê bevilbilind manên cûda ye, di xuyakirinê de wekhev e.

Bi vî awayî ehlaqeqî bilind ê peyxember û bingeha levhatina hikmeta Îlahî ya di gerdûnê de abordarî ti tekilî bi sefîltî û bexîltî û qesîstî û ji pintîtîya ji hirsê tê nakê. Lê bi suret ve tişbihê hev.

Bûyereke ku vê rastîye di pejirêne: Ji Sehabê Abadîleyî Seba ê meşhur Ebdullah kurê Hazretî Umer ku, kurê ji xelîfeyê Resulullah Faruq û Ezzam Hazretî Umer (r.a.) ê mezin û ê girîng û zanayên Sehabîya ê bijartî ew kesê pîroz di nava bazarê de di danûstandinê de ji bo meseleke çil pere, ji bo abordarî û ji bo ewlekarî û rastkirina bingeha bazirganîyê pevçûnên dijwar dikir. Sehabeyekî lê dinerî. Dibînê ku kurê Xelîfeyê rûyê zemîn Hezretî Umer ji bo çil pereyî gengeşîyê dike, vêna qesîstî dihesibênê. Di kevê pêy ji bo ku bigihejê encama vî karî. Dibîne ku, Hezretî Ebdullah kete mala xweyî mibarek. Li devê derî zilamekî xîzan dît. Kêlikê pêre list, jê veqetî û çû. Dûvre ji derîyê xanîyê xwe ê duduyan derket. Xîzanekî dî li wir dî. Li ba wî jî kêlikê list, jê veqetîya û çû. Ew sehabîyê ku ji dûr ve dimeyzand mitalkir. Çû ji wa xîzana pirsî ‘ Mela li ba we rawest. Çi kir?’ Her yekî got: ‘ Zêrek da min.’ Wî sehabîyî got: ‘ Fesûbhanellah! Di nava bazarê de ji bo çil pereyî gengeşîyê bikê, dûvre li mala xwe du sed quruşî didê da kes pênehisê û bi dilê xwe didê.’ Li ser vêna ponijî. Çû Hezretî Ebdullah kurê Umer dît. Jê re got: ‘ Ya mela, pirsgirêkeke min çareser bike. Te li bazarê halo kir, li mala xwe wulo kiriye.’ Jê re bersiv da: ‘ Halê di bazarê de ji rewşa abordarîyê û ji gihaştina aqil û ji bo ewleyîya bingeh û rihê danûstandinê, ji parastina rastîyê tê. Ne ji qesîstîye tê. Rewşa di mala min de ji halê şefqata dil û ji gihaştina can tê. Ne ew qesîstî ye, ne jî ev îsraf e.’

Melayê Ezzam ji bo na vê razê çawa di îsrafê de xêr nîne, di xêrê de jî îsraf nîne gotîye. Yanî, ‘ Di xêr û danê de –lê belê ji bo kesên hewcedar- îsraf nîne, bi vî awayî di îsrafê de jî ti xêr tûneye.’

Etîket: Dilazad, dilazadart, ramazanturgut, risale i nur, risalebikurdi, risaleinur, sernivîs

Gotara berê:

Gotarên Têkildar

TEZkurdî: Rûpelek Online ji bo Lêgerîna Tez û Lêkolînên Akademîk

Berhema Kurmancî ya alimê jîr ê Arvasî Muhammed Welî

Hejmara 16emîn a Kovara Folklora Me’yê derket

Projeya Cardo xelata Hilbijartina Gel wergirt!

“Sûretê Piştê” bi çapeke nû li Kobanê derket

Dilazad ART

Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Hemû nivîskar →

Şîroveyeke binivîse