Pirtûk Hezkirî
SERPÊHATIYÊN ÎNANOLO Û ÇÎROKÊN DIN

SERPÊHATIYÊN ÎNANOLO Û ÇÎROKÊN DIN

Înan Eroglu Avesta

₺ 240,00

Înan Eroglu vê carê doza du bêhnan li xwendevanên xwe dike: yek ji bo "Serpêhatiyên Înanolo" û ya din ji bo "Çîrokên Din". Her dîsa bi wê meraqa xwe ya azmûnî ya di kitêba Têbîniyekê (2019) de, vê carê jî berê xwendevanên xwe dide erdên bi sur ên bi deng, rastî û xeyalan meyinandî.

Etîket9786257253529, Avesta Yayınları, EDEBIYATA KURDÎ, Înan Eroglu, SERPÊHATIYÊN ÎNANOLO Û ÇÎROKÊN DIN
KategorîÇîrok, EDEBIYATA KURDÎ
Bikire

Înan Eroglu vê carê doza du bêhnan li xwendevanên xwe dike: yek ji bo “Serpêhatiyên Înanolo” û ya din ji bo “Çîrokên Din”. Her dîsa bi wê meraqa xwe ya azmûnî ya di kitêba Têbîniyekê (2019) de, vê carê jî berê xwendevanên xwe dide erdên bi sur ên bi deng, rastî û xeyalan meyinandî. Helbet, tevî hin cihêrengiyan: serpêhatiyên têrbûyer, vegotin û zimanekî sade û siviktir mazûvaniya çîrokên vê kitêbê dikin.

“Li derve qarewara zarokan e. Hevalên wî bi gogê dilîzin. Simaîlo gazî dikiyê ji bo ew jî were bilîze. Bênamûso. Tew ketiye qelê. Ka bê çend golan naxwe. Çavê wî bi Silê dikeve. Ewiyê porgijik. Tu nabê viya bû ê par goga Şero şikand. Ewqasî jî wî xweşik li ber dabû, şayîk kiribû. Heyfa wî lê hat. Orhano ew ber bi hevalên bavê wî kişand. Xwe dabûn ber taldeya mala Hecî Şemso. Şeqşeqa xarên wan bû. Kesî hê xar li perekê çikandî nedabû. Ka xwezî bavê wî li wir bûya, wê bigota terreq îmana pere biçikanda. Heqet, bavê wî li kû bû?”

 

Navê pirtûkêSERPÊHATIYÊN ÎNANOLO Û ÇÎROKÊN DIN
NivîskarÎnan Eroglu
WeşanxaneAvesta
ZimanKurdî (Kürtçe)
Cihê çapêİstanbul
Sal2021
Rûpel160
Ebat13 x 19.5 cm
KaxızEnso Creamy, 60 gr.
BergKartonî
ISBN9786257253529
Çap0
ISBN9786257253529

Înan Eroglu

Avesta