Zanko | eKovara Zanist û Teknolojiyê

Nûçeya derketina hejmara 5em ya eKovara Zanist û Teknolojiyê Zankoyê

Kovara Zanko ya ku bi mijarên zanist, teknolojî, mobile, înternet, bernamewarî, erdîgarî û hwd. di nav 3 mehan de carekê derdikeve piştî xebateke dûvdirêj hejmara xwe ya pêncem jî weşand.

Kovara Zanko 4 hejmar li dû xwe hiştin û niha bi hejmara xwe ya 5an derket pêşberî xwînerên xwe. Kovara Zanist û Tekolojiyê Zanko di vê hejmara xwe de dosye û zanyariyên xwe berfirehtir kirine.

Ji dokûmantên rojane heta zanyariyên mayînde bi dehan mijar di vê hejmarê de cih digirin. Zankoya ku wek zanîngehekê dixebitê bi beşên cur bi cur agahiyan digihijîne xwînerên xwe. Kovar bi du zaravayên Kurdî wek Kurmancî û Zazakî derdikeve.

Ji zanist, teknolojî, otomotîv, kompîtur, internet, biyolojî, kimye, fizîk û heta teknîka motorsîkletan bi dehan nivîs û gotarên xweş bi zimanekî sivik û bi Kurdî hatine honandin.

Herwiha di vê hejmarê de derbarê Bircên Amedê de jî dosyeyek hatiye amadekirin ku îsal ketin nav lîsteya UNESCOyê. (Gotara li ser bircên amedê beriya şer û pevçûnên li bajêr hatiye amadekirin û em hêvî dikin ku deverên dîrokî yên behsê tê kirin bi siheta xwe li cihê xwe ne.)

Zanko zêdetirîn valahiya zanyariyan tijî dike û li gor vê yekê tevdigere.

Li aliyê din Kovar li ser înternetê wek online derdikeve û ew jî ji ber tunehiya derfetan e. Koma Zankoyê niha ji xwe re li sponsoran digere ku di pêşerojê de xwe wek çapkirî biweşînê.

Edîtoriya Kurmancî ya kovarê ji aliyê Cûneyt Ewrareş ve, ya Zazakî jî ji aliyê Selepatî Nuwîskar ve tê kirin.

Herwiha Kovara Zanko li ser malperên natgeokurd.com, zaningeh.net û teknokurd.comê tê weşandin. Li ser van malperan tevî weşandina kovarê, gotarên rojane yên derbarê teknolojî û zanista nûjen de jî cih digirin.

Hûn dikarin kovarê bi riya tablet, telefon û kompîturan bixwînin.

Nûçeya derketina hejmara 4em ya eKovara Zanist û Teknolojiyê Zankoyê
Kovara Zanko 3 hejmar li dû xwe hiştin û niha bi hejmara xwe ya 4’an derket hemberî xwînerên xwe. Kovara Zanist û Tekolojiyê di vê hejmara xwe de dosye û zanyariyên xwe berfirehtir kirin.

Ji dokûmantên rojane heta zanyariyên mayînde bi dehan mijar di vê hejmarê de cih digirin. Zankoya ku wek “zanîngehên mezintirîn” e bi beşên cur bi cur agahiyan digihijîne xwînerên xwe.

Ji zanist, teknolojî, otomotîv, kompîtur, internet, biyolojî, kimye, fizîk û heta teknîka motorsîkletan bi dehan nivîs û gotarên xweşik bi zimanekî sivik bi Kurdî hatine hunandin.

Herwiha di vê hejmarê de derbarê dehayê Kurd el-Dînawerî de jî dosyeyeke berfireh hatiye amadekirin. Di dosyeyê de xebat û hewldanên vî dehayî bi hûrgilî hatine vegotin.

Zanko zêdetirîn valahiya zanyariyan tijî dike û li gor vê yekê tevdigere. Di nav vê hejmarê de jî bi berfirehî behsa otomotîv û endezyariya wê hatiye kirin. Yek bi yek serpêhatiya vê teknîka girîng bi zimanekî sivik xwe dê bigihîne xwînerên xwe.

Herwiha Zanko derbarê siyanûr û perperokan de jî nivîsên dokûmantên berfireh amade kirine.

Tevî agahiyên biyolojîk ên kimyeyî jî di vê hejmarê de cihê xwe girtine.

Derbar Rêvebir

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply