Pirtûk Hezkirî
ROJA NÛ Û EDEBIYATA KURDÎ YA GELÊRÎ - 2 Strana Kurdî, Şer, Stranwarî

ROJA NÛ Û EDEBIYATA KURDÎ YA GELÊRÎ - 2 Strana Kurdî, Şer, Stranwarî

Necat Keskin Avesta

₺ 350,00

Helbesta gelêrî beşeke sereke ji edebiyata gelêrî ye. Mirovan bi hezaran salan êş û kulên xwe, kêf û şahiyên xwe, mît û destanên xwe, bi gotineke din çanda ku tê de dijîn bi awayekî helbestkî bo nifşên nû veguhastine.

Etîket9786257253390, Avesta Yayınları, folklor, Necat Keskin, ROJA NÛ Û EDEBIYATA KURDÎ YA GELÊRÎ - 2, Şer, Strana Kurdî, Stranwarî
KategorîFolklor
Bikire

Helbesta gelêrî beşeke sereke ji edebiyata gelêrî ye. Mirovan bi hezaran salan êş û kulên xwe, kêf û şahiyên xwe, mît û destanên xwe, bi gotineke din çanda ku tê de dijîn bi awayekî helbestkî bo nifşên nû veguhastine. Ritim, serwa, melodî taybetmendiyên girîng ên helbesta  gelêrî ne ku veguhastina bo nifşên nû hêsan dikin û  mayîndebûnê bi xwe re tînin.

Xebatên derbarê helbest/stranên gelêrî di sedsala 17-18mîn de li Ewropayê dest pê dikin û nirxandinên girîng li ser wan tên kirin. Li gorî Herder, ev helbest/stranên gelêrî wê çandê nîşan didin ku di nav de hatine afirandin; herwiha ew, di navbera duh û îro de de pirek in û bi vî awayî dikarin bibin bingeha edebiyata neteweyî jî. Hestên neteweperweriya romantîk jî di nav van nirxandinan de derdikevin pêşberî me.

Stran û cureyên din ên edebiyata gelêrî yên di nav rûpelên Roja Nû, Hawar, Ronahî û Stêrê de, heman helwesta Celadet û Kamiran Bedirxan didin nişandan ku xwestine wî ruhê neteweperweriyê xurt bikin. Lewra ew jî di wê baweriyê de bûn ku edebiyateke neteweyî bi edebiyata gelêrî pêkan e. Di wan stran û çîrokan de zimanê dê û bavan, ruhê bav û kalan û kurdiya xwerû hebû. Ji bo wan jî ew mînakên edebiyata gelêrî pirek bûn di navbera wan û yên berî wan de.

Ev helbest/stranên gelêrî yên berdest jî di navbera duh û îro de roleke weha digirin ser xwe. Xebat, dewama Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî-1ê ye. Di cilda pêşî de çîrok û serpêhatî hebûn, di vê xebatê de mînakên helbesta gelêrî ya kurdî yên wek strana kurdî, şer û stranwarî cih digirin ku di nav rûpelên Roja Nû de hatine weşandin.

Navê pirtûkêROJA NÛ Û EDEBIYATA KURDÎ YA GELÊRÎ - 2 Strana Kurdî, Şer, Stranwarî
NivîskarNecat Keskin
WeşanxaneAvesta
Cihê çapêİstanbul
Sal2021
Rûpel264
Ebat13 x 19.5 cm
KaxızEnso Creamy, 60 gr.
BergKartonî
ISBN9786257253390
Çap0
ISBN9786257253390

Avesta