Bi xeml û rewş e Şêrîn û xweş e Zimanê Kurdî Bi xweş awaz e Latîf û naz e Zimanê Kurdî Ziman jiyan e. Bi hezar sala ye li hember zimanê me astengî hatiye derxistin. Zimanê me hat qedexekirin, em bi zilmê/sîtemkarî hatin ceribandin. Li ber zor û zehmeteke dijwar, vî zimanê reben xwe parast. Ji …
Gulan, 2016
-
3 Gulan
Alfabeya herî kêmtîp: a Hawaî
Taybetiyeke alfabeyan yek jê ev e ku ҫiqas hejmara tîpan kêm bin hewqas baş û bi kêrhatî ye. Serêşiya alafbeyên pirtîp gelek in. Alfabeyên pirtîp ji aliyê pedagojîk, desayn û teknîkê ve nexweşik, serêş û bi problem in. Ji aliyê pedagojîk ve alfabeyên kêmtîp gelek hêsan in û zarok zû xwendin û nivîsandinê hîn dibin. Ji aliyê teknîkî ve jî …
Nîsan, 2016
-
30 Nîsan
Ziman û Erkê Ziman
Xwendevanên hêja û heskiriyên nivîsîn, xwendin û peyva Zimanê Kurdî! Ev gotara kû ez ji bo Malpera Tevn beşa Zimanê Kurdî di nivîsînim, bi kurtî be jî dixwazim nêrîn û çavxişînekî gîştî di derbarê erk, heyîn, girîngî, peywendî û wateya ziman di nava gelan de bikim. Bi taybetî neteweyek mîna Netewa Kurd kû ji hemû heyînên xwe yên çandî, ramyarî, …
-
28 Nîsan
Ez û ziman
Ziman wekî deryayê ye. Hindî mirov di vê deryayê de melevantir dibe, mirov bitir bi ser mezinahiya wê hildibe. Hindî mirov di zimanî de şarezatir dibe, mirov bitir bi ser mezinahî û hinêra wî hildibe. Helbestvanê îranî Ehmedê Şamilo di vê meseleyê de xweş gotiye. Wî digot ku dema ew hêşta ciwanek bû, wî hizir dikir ziman di destên wî …
-
26 Nîsan
Zimanê Me Hebûna Me Ye – Vejîna Kurd
Lê îro, sedmixabin, em dibînin ku hin nivîskar û rewşenbîrên Kurd hene ku berê xwe didin zimanê dagîrkeran û berhemên xwe bi zimanê wan diweşînin, tiştekî ji aw û şêweyên nivîsanda bi zimanê Kurdî pêş naxin û di rewşenbîriya Kurdî de jî naxebitin, nêrîn û nirxên biyaniyan di mejî û bîra mirovan de diçînin. Vejîna Kurd Ziman beşek ji …
-
20 Nîsan
Giringiya Zimên
Di dîroka mirovahiyê de dozîneya herî girîng, ziman e ji bo bûyîna civakê, pêşketina zanyarî, zanistî û şarezatiyê ziman cîhekî taybet digre û bi riya ziman mirov komî hevdû dibin û dibin civat û netewe. Bingeha hişmendiya neteweyî jî bi riya ziman tê avakirin û herweha tê nasîn. Heya ew ziman hebe, dê ew netew jî hebe, heye. Ziman navgîneke hilberînê û …
-
19 Nîsan
Cudatiya Te Ji Heft Milyar û Nîv Mirovan Çi Ye?
Ciwanên Hêja! Hin caran bi piranî ciwan bo min dinivîsin ku “Çima Zimanê Kurdî nayê xwendin?” Jixwe derdê giran, êşa bêderman û hewara zimên ev pirs e! Bêguman ziman ji her kesî re rihê nijadî ye. Dema ew rih derket, ew kes jî miriyekî zindî ye. Hingê di nava heft milyar û nîvê de cudatiya te ji kesekî dî namîne. …
-
16 Nîsan
Hişmendiya Xwedîderketina Li Zimên
”Kurdino, malxerabino! An nebêjin em Kurd in, an jî fêrî zimanê xwe bibin” (Nemirê Celadet Elî Bedirxan) ”Ziman mohra hebûna mirovan e.” (Bedîuzzeman Seîdê Kurdî) ”Ziman mala hebûnê ye.” (Martîn Heîdegger) ”Sînorên zimanê min, sînorên cîhana min in.” (Ludwîg Wîttgensteîn) Bêguman ziman di hebûn û tunebûna netewekê de hêmana (faktora) herî bingehîn e. Her netew bi zimanê xwe tê …
-
14 Nîsan
Badînî devokeka kirmanciyê ye
Her zimanek bi hindek zaravayan diêt meydanê, her zaravayek jî bi hindek devokan. Ziman di dîrokeka kevin de, ji ber sedemên cida cida, li ser hindek çeqan parve dibin û paşî di navbera wan çeqan de cidahî yên giring peyda dibin. Di zimanvanîyê de dibêjin wan çeqan zarava. Di zimanî de yan jî di zaravayê de cidahî yên biçûktir jî …
-
13 Nîsan
Ziman (Helbest)
Yek ziman yek mirov, du ziman du mirov… Lê zimanê dayikê çêtire ji sed zimanê hov Noam Chomsky dibê; Fêrbûna zimanê dê Di dema malzarokê da Rêziman bicîh dibe di hiş da Di nav hêst û pejnê pak û paqij û xwerû Zimanê dayikê bicîh dibe di jêrhişî da, dide rû Çawa zêr û zîv di …