Tag Archives: Ziman

Tîrmeh, 2016

  • 10 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (10)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -10- Berêkdana Çend Tîpan: Berêkdana “e” û “ê”yê: Ker-Kêr, Rez-Rêz, Der-Dêr, Ter(şil)-Têr, Şer-Şêr, Zer-Zêr, Hez-Hêz, Helîn(heliyan)-Hêlîn, Meş-Mêş, Kelîn-Kêlîn(cotkirin)… Berêkdana “i” û “î”yê: Birin-Birîn, Kirin-Kirîn, Pir-Pîr, Jin-Jîn, Dil-Dîl(êxsîr), Sir(raz)-Sîr, Firin-Firîn… Berêkdana “k” û “q”yê: Kelandin-Qelandin, Kal(pîr)-Qal(behs), Ker-Qer(qerz,deyn), Kel(1.gayê tovî, 2.ji kelînê, 3.hêrsdarî)-Qel(qijik), Kul(birîn)-Qul(kun, simtî), Karîn(şiyan)-Qarîn(gaziya bideng), Kurt(kin,qut)- Qurt (1.vexwarina yekcarî ya avê an jî ya tiştekî dî. 2.Cure …

  • 9 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (9)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -9- Alfabe: 29)Xx Di alfabeya kurdî ya tîpên erebî de ciyê tîpa “x”yê “خ” heye. Lê belê, ev tîp jî bi du awayan (şeklan) têt bilêvkirin (telafûzkirin). Bi her du awayan jî tîpa “x” di hefka mirov de derdikeve. Yek req, yek jî nerm e. Bo nimûne; gava ku mirov bibêje “axa”, tîpa “x” nerm e, gava …

  • 8 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (8)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -8- Alfabe: 25)Uu: Tîpa “u” dengdêreke kurt e. Di bilêvkirinê de gilover (xirûxir) û bilind e. Di tîpên erebî de tîpa “و”yê dikeve paşiya tîpên dî û ciyê tîpa “u”yê digire (wekî; چو:çu, كورد:kurd, گوڵ:gul). Celadet Bedirxan dibêje, ev tîp di navbera “w” û “i”yê de ye. Wekî “u”ya tirkî nahê xwendin. Gava ku mirov di kurdî …

  • 8 Tîrmeh

    Nîvê Marsê oqyanûs bû!

    Lêkolînên li ser hebûna av û jiyanê ya li Marsê, roj bi roj zêde dibin. Derket holê ku li gerstêrka sor, demekê bi qasî mezinahiya Atlantîk, av hebû. Yek ji pênc parên gerstêrkê av bû, lê bi demê re ji sedî 87 ê vê avê li valahiya fezayê winda bû. Encamên lêkolîna zanistên Daîreya Hewayî û Fezayî ya Amerîkayê (NASA) …

  • 6 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (6)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -6- Alfabe: Not: Di derheqê dubarekirina tîpekê de (şedde), divêt em vî tiştî jî bibêjin: Celadet A. Bedirxan dibêje, gava ku du tîpên wekî êk an jî nêzîkî êk (hev) wekî “t” û “t” an jî “d” û “t”), gelêk (pêkre) bên nivîsîn, divêt mirov êkê biêxe (bixe): Mînak: xurttir>xurtir, bilindtir>bilintir… Di hin peyvên hevedudanî (lêkdayî) (wekî; …

  • 6 Tîrmeh

    Ji bo ku hişmandiya Kurdî ava bibe divê em çi bikin ?

    Ji bo ku hişmandiya Kurdî ava bibe divê em çi bikin 1 – Em bi zimanê Kurdî biaxivin û binivsînin.Zimanê Kurdî em bikin zimanê rojane .Zimanê xwe em bikin zimanê sûk û pazar û yê kuçeyê. 2 – Navê dikanên xwe em bikin Kurdî.( bi tîpên qedexe nebe jî dibe bes bila Kurdî be ) Navên Kurdî em bidin zarokên …

  • 5 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (5)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)  Alfabe: 16)Mm: Di tîpên erebî de ciyê “م”yê digire. Wek “m”ya tirkî têt (tê) xwendin. Mînak: mêrg, mazî, mêş, mendîl, mişk, merd, mixabin, maker, dem, fermî (resmî), germ, mizgînî. 17)Nn: Di tîpên erebî de batî vê tîpê “ن” heye. Di tirkî de jî beramberî vê tîpê dîsa “n” ye. Mînak: nêrgiz, nerm, nan, nêzîk, netewe (milet), nazdar, …

  • 5 Tîrmeh

    Rola Dengbêjên Cizîrê di Parastina Zimanê Kurdî de

    Sebaretî parastina zimanê Kurdî di nav kurdên Cizîrê de, dikarim bibêjim; eger şêx û melayên me karîbûn dîwana Melayê Cizîrî, Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî, helbestên Feqeyê Teyran, Nehcilenama Mele Xelîlê Sêrtî.. di hicrik û tekiyên olî de yên ku wî heyamî, li gund, bajar û bajarokên Cizîrê belav bûn wek: Xizna, Til Merûf, Hilwa, Endîwerê, Til Şiîrê, Qeremanê, …

  • 4 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (4)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)-4: Alfabe: 13) Jj: Wekî tîpa “i”yê, tîpa “j” jî gava ku mezin bê nivîsîn bê xal (J), gava ku biçûk bê nivîsîn bi xal e (j). Wek “j”ya tirkî tê xwendin û di tîpên erebî de ciyê “ژ”yê digire. Mînak: jajî, jûjî, mêjî, jiyan, jar, gijnok (gijlok), jehr, jin, bejn, jêr, jor, bijare, wêje (edebiyat). 14) Kk: …

  • 4 Tîrmeh

    Çima Kurd Zimanê Xwe Xwedî Dernakevin?

    Dibêje Kurdî pirr dewlemend e erê lê ka piştrasta te? Di van rojên dawî de bi rastî ziman di xetereya wendabûnê diçe yanî mera dikare bibêje dewletên ku Kurdistan dagirkirine hêdî hêdî Kurdan dixin bin bandora xwe û wan ji çand, huner û zimanê wan dûr dixe lê ya herî girîng jî ziman e ji ber ku neteweyek navê xwe …