Êvaran, li sûka Tebrîzê zehf kêm dikan dimînin vekirî, lê kolan tevgerdarin. Zelam li serê kujiyan, li ser kursiyên hêsîr qelûnê dikuşkuşînin. Dûyê qelûnan, bêhnên nava rojê tevan ditepisînê. Min rêveçûna xwe, li ya Howard dianî. Bê sekin dimeşiya, ji kolanekî diket kolana din, carna ji bo slavê bidê babê xwendekarekî xwe disekiniya. Li her deverî zarokan navber didan leyîstoka …
Cotmeh, 2023
-
17 Cotmeh
Romana Semerqand – 36 (Amîn Me’lof)
PIRTÛKA ÇARÊ DI DERYAYÊ DE HELBESTVANEK Yê leyîstokê dileyizê xweda ye, em jî kevirên damê! Ya rast ev e, tiştên din beredayî ne. Ji lew re cîhan depê damê ye, her yek ji me jî pêlîstokek. Yê soxînê bikerixe û me berdê nava bîra bêbinî! Emer Xeyam Nava baxçeyekê tarî û hawîrdorê wî dîwarkirî de, mirovên şên. Baskervîlle yê …
-
15 Cotmeh
Çend Pirtûkên Zarokan -PDF- Daxînin
Em ê li vir Pirtûkên Zarokan ên pdf î biweşînin, hûn kanin va pirtûkan daxînin têlefon û kompîtora xwe zarokên xwe re bixwînin an jî xwendin bidin. Navê Pirtûke Beşa Pirtûkê Dabarkirin Pirtûka ‘Kêzxatûna Şêrîn’ Zarok Pirtûka ‘Tirsîya Hîs dikim’ Zarok Pirtûka ‘Şermok Hîs dikim’ Zarok Dersên Xwendina Kurdî Perwerdehî, Zarok
-
2 Cotmeh
Şekirê di berîka bavê min de
Nivîskar Dîlan Şewqî romana xwe ya bi navê ‘Şekirê Di Bêrika Bavê Min’ de çîrokek ji çîrokên zargotina Kurdî honandiye. Kesayetê çîrokê bêhtir jin in. Jina ko bûye destebirakê pirhebokekê. Belê mijar ecêbe lê ne xerîbe. Hemû kesayet pir nasin. Dema jinek bibe destebirakê pirhebokekê wê rastî bertekên wisa bihata. Û heta dê ev dinyaya jî xweş bûya. Wê ew …
Îlon, 2023
-
30 Îlon
‘Doz’ lê doza çi?
Ev pirtûka yekem a Burhan Tek e ku ez dixwînim. Navê pirtûkê ”Doz” e. Ji bilî vê jî bi navê ”Dupişk” pirtûkeke wî ya din heye. Heta niha jixwe du pirtûkên wî weşiyane. ”Doz” pirtûka çîrokan e û 93 rûpel e. Pirtûk li Stenbolê ji nav Weşanên Avestayê! derketiye. Di pirtûkê de heşt kurteçîrok hene. Edîtorê pirtûkê birêz Umran Aran …
-
30 Îlon
Pirtûka ‘Lalezar’ ji Nûbiharê derket!
Lalezar “Bi Şîret û Hîkmet û Hîkayeyan Şerha Gotinên Pêşîyan” Mela Husnî Hezîn Mela Husnî Hezîn, di vê kitêba xwe ya Lalezarê de gotinên pêşîyan şerh kiriye. Ev xebata wî, bes ne berhevkarîyeke folklorik e; lewra ew xwendekaran derdixe geşta seyrangeha edebî; bi uslûba xwe ya taybet, bi hîkaye û hîkmet û helbestan sed û hejdeh gotinên pêşîyan bi berfirehî şerh …
-
25 Îlon
3 kitêbên nû yên Pall Weşanê derketin
Kitêbên nû yên Pall Weşanê derketin. Pall Weşan di meha îlonê de kitêbên helbestan û kitêbeke çîrokan weşandin. Kitêb û danasîna wan: Pirtûka Baranê, Armîn Temerzade (helbest, 56 rûpel): Armîn Temirzade şairekî bi emir hêj ciwan e, belê dinivîse helbesteka bilind. Helbestên wî, li pey xwendin, lêgerîn û ponijînên dûr hatine nivîsîn û gelek şêweyên dîtin û hestiyariyê bi estetîka …
-
4 Îlon
Pirtûka Bêhizûriyê
Fernando Pessoa “Livro do Desassossego” ku bi navê “Pirtûka Nerehetiyê” yan jî “Pirtûka Bêhizûriyê” tê zanîn, wekî mîrateyek edebî ya mezin tê hesibandin. Pirtûka Pessoa dikare îlhamê bide kesên ku li ser bêhntengiya hebûna mirovan û tevliheviya jiyanê difikire. Lewre jî pirtûkek hêjayê xwendinê ye. Wateya peyva hizûrê, aramî, rehetî, sebirdarî û bêhnferehî ye. Bêhizûrî jî berevajê van peyvan e. …
Tebax, 2023
-
30 Tebax
Bîranînên Amed Tîgrîs
Piraniya pirtûkên bîranînên ku ji alî rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd ve hatine nivîsîn bi tirkî ne. Lêbelê bîranînên ku Amed Tîgrîs nivîsiye bi kurdî ye û ev jî nirxa wê ji yên bi tirkî bilindtir û baştir dike. Pirtûka bîranînên Amed Tîgrîs di nav weşanên Ranya/Kurdpel de li Wanê derketiye. Çapeka vê pirtûkê jî ji alî weşanên Apecê li …
-
29 Tebax
Pirtûka ‘El û Osê Dingî’ derket
Li paş berga pirtûkê derheqê pirtûkê de wiha tê nivîsandin Ez di sala 1945an meha avrêlê roja sisiyan li gundê Qaricixê ku girêdayî bajarê Semsûrê ji dayika xwe bûme. Ev demen borî siyaseta Tirkan ya nijadperest li ser Kurdên Semsûrê ji helandin û pişaftinek hovane dimeşand. Gelê semsûre, ku piraniya wan Kurd in, hîn ku bi ziman û nasnameya xwe …