Şahmaran (kurdî: Şahmaran, Şamaran, Şaḧmaran), gotinek e ku ji “Şaha Maran” tê. Şahmaran efsaneyeke gelekî kevn e û li gelek malên kurdan jin li ser paçekî wêneyê Şahmaran çêdikin û li dîwêr didaleqînin. Ev wêneyên ku li dîwarê malên kurdan hene, Şahmaran wekî mareke xwediyê gelek lingan nîşan dide û bi taybetî di navbera dûpişk û mar de wekî ajalekî …
Adar, 2021
Sibat, 2021
-
13 Sibat
Carna wextê dayika min bêzar dibo digot: Ax û ax ne ware ne ax!
Dayika min ji Kurditiya xwe hezdikir û ji hilbestvanên Kurdan hez dikir bi teybet Seydayê Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqê Teyran.. Dayika min Dîwanê wan ji berxwe girtibo û çîrok û dîroka Kurdan pir zanîbo wextê em zarok bon dayika me êvaran li ber agirê zopê herdem ji mera hilbestê Kurdî digot û wextê biba demê xwê ji me …
-
4 Sibat
Qe dayîk tê parevekirin?
Pêşîyên me, rehmetlêbûya gotne: “Eşîr bavê eşîrêye.” (Nîşe: Li ser daxwaza nivîskar me têkilê nivisê nekiriye. Çawa hatiye şandin me wiha weşandiye. ÇANDNAME) Hingî mirovayî hatîye rûbayê gerdûnê nehatîye bihîstin, ne hatîye serzaran, nehatîye nivîsarê, wekî hinekan dayîk nava hevda parevekirine. Dayîk û ziman jî yeke. Dema hêne-hên de, gava dayîka kurd çok danî erdê ewlad anî, zimanê devê …
-
1 Sibat
Di Pêkenokên Mela Neserdîn De Behsa Kurdan
Berya tevlîbûna mijarê, divê çendîn tesbîtan bikim: Wek tê zanîn, rejîmên nijadperest, avabûna xwe, li ser “înkarî” û “pişaftin”a gelên dîtir pêktînin. Herwiha, hebûn û serweriya xwe jî, li ser “tinekirin” û “wendakirin”a nîşan û nişêtên gelên dîtir didomînin. Bi gotinek din, Darwînîstên Civakî nin. Bê guman, ev cûre rejîm, vê sinc û sirişta xwe, bi rêya perwerde û …
Rêbendan, 2021
-
13 Rêbendan
Rojnameya Kurdistan: (Jimar: 1, 20/10/1324-11/1/1946)
Kurdistan Belavoka hizra Partîya Demokrata Kurdistanê (Jimara 1, sala yekem, pêncşemba 20 -10 -1324/ 11- Janvîye (1) -1946) Kurdistan ji layê heyeta tehrîrîyê tête amadekirn Wergera ji soranî: Kafî Alawî Amanca Me Niha ku axa Kurdistanê li her demekê zêdetir pêdivî bi fidakarîya xelkê xweye. Di vê deme da ku hemî neteweyên cîhanê ji bo ragirtin, ji bo destveînana s …
Hezîran, 2020
-
13 Hezîran
Li ser rûxandina Komara Kurdistan 74 sal derbas bûn
Damezrandina Komara Kurdistanê, berhemê bîr û îradeya neteweyî ya miletê Kurdistanê bû û di dîroka hevdem a neteweya Kurd de dewleta yekemîn bû, mixabin temen kurt bû û nêzîkê 11 meh li ser pîyan ma. Li ser rûxandina Komara Kurdistanê 74 sal derbas bûn. Bêguman sedemên navxweyî û derveyî yên têkçûna Komara Kurdistanê hene: Di civaka Kurd de li şûna …
Sibat, 2020
-
11 Sibat
Rasthatin Li Laçînê
Sala 1992 an, gava hêzên ermenîya deverên Azerbadcanê ye kurd lê diman, kirin bin destê xwe, em, çend kes çûne Laçînê. Piştî ez vegerîyam min ev esse nivîsî û di rojnama ‘Riya Teze’ de belav kir. Ez bawerim niha jî ew esse wê ji bo hinek hogirên me balkêş be. RASTHATIN LI LAÇÎNÊ Stûna ji bêton, ku li ser bi …
Rêbendan, 2020
-
29 Rêbendan
Xebatên Komelayetî û Perwerdeyî di Komara Kurdistanê de
Di hengameya îlankirina (ragehandina) Komara Kurdistanê de, di nav demeke kurt de hinek saziyên civakî û kulturî yên girîng hatin avakirin; ji alîyê weşan, çapemenî û perwerdeyî ve pêngavên girîng hatin avêtin. Ev cûre xebat û çalakîyên rewşenbîrî, di bernameya PDKê de jî weha hatine destnîşankirin: “Ji bo armanca pêşxistina dereceya xwendewarîyê û jîyana şaristaniyetê, dê gelek merkezên zanistî, kitêbxane, …
Gulan, 2019
-
15 Gulan
Çar Belgeyên Dîyarkirina Rengên Alaya Rengîn ji Kovara Hawarê
Çar Belgeyên dîyarkirina Rengên Alaya Rengîn ji Kovara Hawarê bi pênûsa Mîr Celadet, Dr. KAMÎRAN û Seydayê Cegerxwîn. Pesnê Alaya me di wan de hatiye dayin û Rengên Alayê jî di nav re hatine dîyarkirin. – Hej 5: Herekol Azîzan (Çarşemb/ 20 Tîrmeh 1932) – Hej 8: Dr. Kamîran Alî Bedirxan (Duşemb/ 12 Îlon 1932) – Hej 9: Mîr Celadet …
-
15 Gulan
Navê Kurd û Kurdistanê di Dîrokê de – Xerzî Xerzan
Destpêk Wekî ku tê zanîn, li ser dîroka navê Kurd û Kurdistanê gelek nêrîn, nivîs, nivîsar û lêkolîn hene. Ev rewşeke xwezayî ye, ji lew re wekî kesayet û netewe “Kurd” û wekî welatê wan “Kurdistan”, ji destpêka dîroka mirovahîyê ve li ser axa Mezopotamyaya Jorîn bi cih e, heye û di çavkanîyên herî kevnar de jî mirov bi hêsanî digihêje van her du …