Tag Archives: Kurdî

Hezîran, 2023

  • 11 Hezîran

    Ji Kovara Nûbihar Akademîyê: SEMPOZYÛMA NAVNETEWEYÎ LI SER ZIMAN EDEBÎYAT Û ZANISTÊN CIVAKÎ -1-

    Nûbihar Akademî di navbera 4-5ê Gulana 2024ê da bi awayekî online sempozyûmeke navneteweyî li dar dixe daxuyaniya Nûbiharê li Jêr e: ji bo agahiya berfirehî lînka jêr bitikînin https://nubiharakademi.com/home/sempozyum/1147

  • 10 Hezîran

    Romana Semerqand – 47 (Amîn Me’lof)

    Cherborg, 10ê Avrêla 1912ê. Li pêşberî min Deryaya Manşê ya bê serî û bê binî, bi ava xwe ya zîvîn ve weke mehfûrekî ya Îranê dirêj dibûya. Li rex tenişta min: Şêrîn. Di baholên me de: Destnivîs. Li derdora me qelebalixek belav û tev Rojhilatî! Behsa gelek kesên navdar yên li Tîtanîkê siwarbûyîn hat kirin, lê hat ji bîrkirin ku …

  • 5 Hezîran

    Ji Nûbiharê Dosyaya Zimanê Kurdî

    Nûbihara 165an bi dosyeya Zimanê Kurdî derket. Edîtorê kovarê Süleyman Çevik dibêje, van mehên dawîn weke sazî beşdarî gelek pêşengehan bûne, salnama xwe derxistine, gelek pirtûkên nû çap kirine û ev jimara kovarê jî di vê pêvajoyê de derxistine. Navê dosyeya ku di vê jimarê de cih digre ZIMANÊ KURDÎ: QUO VADÎS? e. Edîtorê dosyeyê Abdullah İncekan e. Di dosyayê …

  • 5 Hezîran

    Romana Semerqand – 46 (Amîn Me’lof)

    Di parlementoyê de heftê û şeş parlementer, li benda wî bûn. Hin bi şaşik, hin bi fes, an bi kum bûn. Ji Benîademan yên rapir, weke Ewropiyan xwe pêçabûn. Serokwezîr saet yazdehan, wek çawa herê ser kursiyê sêdarê, welê çû ser kursiyê parlementoyê. Ultimatoma ji alê Londonê ve jî hatî pesendkirin, bi dengeke nivz xwend û biryara hikumetê ragihand: Yê …

Sermawêz, 2023

  • 30 Sermawêz

    Romana Semerqand – 45 (Amîn Me’lof)

    Sala 1911ê li Îranê her kesî digot: “Emerîkî û hey Emerîkî!”. Heke ez bêjim wê salê, li Îranê di nava berpirsyaran de kesê herî dihat heskirin û herî xurt Morgan bû, yê ne pirole bê. Tiştên dixwestin bike bi rojnamegeran re parve dikirin û heta ji ber ku mijarên asê de fikrên wan jî werdigirtin desteka rojnameyan jî pirbû. Bi …

  • 25 Sermawêz

    Romana Semerqand – 44 (Amîn Me’lof)

    Fazil, agahiya du derhozeyan da. Bi pispisandin diaxiviya, lê dilşad bû. -Ka li wî binêre! Min ji te re negotibû yê bişihubê Baskervîlle? Kesê behsê dikir, Morgan Shuster bû. Xeznedarê Giştî yê Îranê yê nû, li ba me ve dihat. Em çûbûn ser rêya Qezwînê pêşwaziya wî. Ew û kesên li rex, bi erebeyek a xurde ya postê ya hespên …

  • 20 Sermawêz

    Romana Semerqand – 43 (Amîn Me’lof)

    Du kesê bêsebiriya xwe vedişartin li benda min bûn. Li balyozxaneyê! Bi taxima gewr, papyona muare, bi simbêlên daketî wek yên Theodore Rosevelt lê ji yên wî tekûztir hatîn rastkirin Rûssel û wek her wextî bi kirasê spî, saqoyê reş û şaşika şîn ve Fazil! Yê ewul dest bi axaftinê kirî sefîr bû. Bi Fransîyek tekûz lê bêhno bêhno diaxiviya. …

  • 15 Sermawêz

    Romana Semerqand – 42 (Amîn Me’lof)

    Min mereq dikir, ji wî bajarê Xeyam ciwaniya xwe lê borandî, ka çi maye. Taxa Asfîzarê, ew koşka di nava baxçeyê piçûk de, ya têde Emer bi Cîhanê re şad bûyî çi lê hatibû? Taxa Mûtarîd ya tê de yê Cihû li gorî rêbazên Çînîyan ji toşalê dara tûyê kaxiz çêdikirin, gelo dima. Ez bi hefteyan peya, paşê jî bi …

  • 10 Sermawêz

    Romana Semerqand – 41 (Amîn Me’lof)

    Di van rojên bijan de, ez çima ji mirîyan Baskervîlleyî bîr tînîm? Gelo ji ber ku hevalê min û hemwelatiyê min bû? Bê guman. Lê heman demê de ji ber ku li vê Rojhilata jê re xerîp de ji bo avabûna azadî û demokrasiyê pê ve ti azweriya wî jî tinebûn. Gelo beytişe xwe feda kir? Gelo Rojava yê piştî …

  • 5 Sermawêz

    Romana Semerqand – 40 (Amîn Me’lof)

    Ez ji “Qesra Vale” derketibûm û tirsiyayî dimeşiyam. Kolanên Tebrîzê qet ne germ bûn. Min berê xwe neda rêkurtikan û ez rast ketim ser rîya karwansarayê. Ji bo gihaştina wê derê, min qet lez nedikir. Kêferata şevê, di dilê min de neqediyabû. Dîmen, lebat û dengê pispisandinê di serê min de dihat û diçûn. Ez şadbûm? Min ew jî nedizaniya. …