Tag Archives: Ferheng

Tîrmeh, 2016

  • 8 Tîrmeh

    Nîvê Marsê oqyanûs bû!

    Lêkolînên li ser hebûna av û jiyanê ya li Marsê, roj bi roj zêde dibin. Derket holê ku li gerstêrka sor, demekê bi qasî mezinahiya Atlantîk, av hebû. Yek ji pênc parên gerstêrkê av bû, lê bi demê re ji sedî 87 ê vê avê li valahiya fezayê winda bû. Encamên lêkolîna zanistên Daîreya Hewayî û Fezayî ya Amerîkayê (NASA) …

Hezîran, 2016

  • 25 Hezîran

    Gelo Gerdûn(ewren-kaînat) çiqasî mezine?

    Erê gerdûn(ewren-kaînat) çiqasî mezine? Bi rastî gelek mezine, ji xeyalan mezintire.Yanî dema ez wa dibêjim ez henekan bi we nakim haa! Bi kurdî û her zimanî gotinek hebî û karibê meznahîya gerdûne îfade bide tûnne. Heger hebî ewjî di cî de gotîna “Tirtire” ye. Belê, birajî gerdûn mezinek tirtireye. Hay ji xwe hebin gerdûn û galaksi ne yekî ha! Hemû …

  • 19 Hezîran

    Derheqê zelzele-erdhej-depremê de

    Gava ku di hundurê qalikê erdê de hilweşînek çêdibe ev cih û hawirdorê wê diheje. Ji vê hejînê re zelzele an erdhejîn tê gotin. Ji cihê hilweşînê re navenda hundur (kana erdhejê) û ji cihê herî nêzîkî vê navendê yê li rûyê erdê re jî navenda derve tê gotin. Hêza zelzelê li gor Mercalli bi 12 dereceyan tê pîvan. Çiqas …

  • 18 Hezîran

    Sîstema Tavê çi dike?

    Sîstema Tavê ka çi dike? Hûn tû carî fikirîne kû ka ev Tav û hemû duvêkên wê wek gerstêrkan çi dikin? Gelo sitabîlin? Yanî li cîhê xwe disekinin an na? Bi rastî ev pirsana ji gellek alîyan mejî mijûl kirine. Merov bifikirê dê em karibin bi xwe ev bersivana bibînin. Ji ber kû di jiyanê de mînak pirin. Weke kû …

  • 15 Hezîran

    Çîroka Venûsê

    Ka hela em binerin bê ev navana ji kû tên? Gelawêj-Venûs yan jî Zuhre. Di mîtande bi gelek navan hatiye naskirin. Di mîtolojîya Asurîyan de “Înanna” dî a Farsade “Anahîta” yan jî “Nahid” di a Yewnana de “Afrodît” û wekîdin stêrka Venûs û Meryem tê bi navkirin. Sterka Şivanan jî navê wêyi sosrete. Çima weke “Cêwîyê Dinyê” tê naskirin? Ezê …

  • 10 Hezîran

    CO2 ya atmosferê gihiştiye asteke xeter

    Ji ber zêdebûna asta karbondîoksîta (CO2) di atmosferê de, gazên serayê gihiştin asta rekorê. Li gorî rapora ku hatiye weşandin, rêjeya karbondîoksîtê di 30 salî de cara yekem bi awayekî cidî zêde bûye. Rêxistina Meteorolojiya Cîhanê (WMO) bultena salane weşand û li gorî bultenê rêjeya karbondîoksîta atmosferê, ji beriya şoreşa sanayiyê ji sedî 142 zêdetir e.Di çarçoveya Bultena Gaza Serayê …

  • 3 Hezîran

    Balavîgewrika Deştî

    Meznatî û kelwaş: 17 cm dirêj e. Salox: Ji milê piştê ve gewrekî bi ser zerî ve ye. Banê serî, gîxên reşên zirav û pêtî lê ne. Birûyeka pana sipîve di ser çavan re ye, ji binî ve spîve ye, yan gewrekî vekirîyê sade û bara pitir bê pinî ye (bi têjikînî ser û pişt û sing ravrav in), spîlka …

Gulan, 2016

  • 30 Gulan

    Darkokeyê Şamî

    Meznatî û kelwaş: 23 cm dirêj e. Salox: Alek spî ye û enî spîyekî gewirve ye. Gîxeka reş ji liẍavokan dest pê dikit û bi teniştên heftikê de diçit, heta digehite ser qaneka sêgoşe ya reş, ku li herdu teniştên stûyî ye, gîxa jêgotî heta herdu teniştên singî diçit, dûmahîya banê serê wî, li dev yê nêr, qurmiz e û …

  • 22 Gulan

    Werin Em Stêrkan Nasbikin

    Stêrk ji hêza xwe wek goyekî ja gazê ronahî dide, di hundirê wê de reaksiyona atomî pêk tê û tîrêj jê peyda dibin. Bi gelemperî di hundirê wê de hîdrogen di bin pestan û zora reaksiyona atomî de dibe hêliyûm. Radeya germahî û ronahiya wan li gor mezinahiya wan e. Roja me jî stêrkek e û ji ber ku ji …

  • 20 Gulan

    Kadiz/Milkway (Samanyolu)

    Navê Galaksîya meyi. bi rasti Tirka ji li gor nav, dizî kirine û ji Kurdî vergirtîn û navê wê kirin samanyolu! Bi Kûrtasî ezê ji wer bahsa çîroka wê bikim. Dibêjin di demekê de hin kes çûbûn dizya kadîna Xweda. deme kû kaya wî kirin kîsa û revîyan,kîsê wan bi qûlbûn û kaya wan rêz bû li ser asîman. Piştre …