Tag Archives: Ferheng

Hezîran, 2017

  • 15 Hezîran

    Çemê Mûnzûr*

    Çemê Mûnzûr, ji binê Girê Mûnzûr Baba yê li ser Çîyayê Mûnzûr dest pê dike, di nav Deşta Zeranîgê re derbas dibe û dikeve nav gelî û derbendên kûr û asê. Çîyayên Dêrsimê bi gelek gelî, newal û latan ji hev dixîne; ava gelek çeman hildigire. Li başûrê Mamekîyê digîhêje ser Çemê Xarçîk û ber bi başûr ve diherike, piştî …

  • 11 Hezîran

    Navên Komên Heywanan

    Gelek navên cuda yên komên heywanan jî hene. Komeka ga û çêlekan/mangayan/çêlan bi hev re ”garan” e. Komeka teyran ”ref” e, koma pezî ”kerî”, ”celeb” yan ”birr” e, koma hespan ”revde” yan ”revo” ye û hwd. Helbet di nav her yek ji wan koman de heywanên nêr û yên mê jî hene. Lê ”kerî, celeb, birr” peyvên nêr in û …

Gulan, 2017

  • 28 Gulan

    Ferhenga Kurdî / Fransî – Xebateke 39 salî

    Ferhenga Kurdî – Fransî ya rewşenbîr û nivîskarê kurd Kamiran Alî Bedirxan ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve hate amadekirin.   Sibê li Akademiya Kurdî ya li Hewlêrê danasîna ferhengê dê were lidarxistin.   Biraziya Kamiran Alî Bedirxan, Sînemxan Bedirxan ji Rûdawê re ragihand: “Di 6ê Kanûna 1978an de gava apê min Kamiran Alî Bedirxan wefat kir, ez li …

  • 9 Gulan

    Çîyayê Nemrûdê

    Çîyayê Nemrûdê di nav Deşta Rehwa û Gola Wanê de bilind dibe. Ev çîya bi teqînek volkanî çêbûye. Paşê teqînek pir bi hêz (wek ya Wezuwê-Vezuv) li qotê vî çîyayî pêk hatîye û qot ji hev xistîye. Bi vê teqîna dawîn qot û zanga (krater) li serê vî çîyayî perçe perçe bûye, bi awayekî berfireh kort, kortal û zang çêbûnin; …

Nîsan, 2017

  • 24 Nîsan

    Bajarên Me: Dîlok/Gaziantep

    Dîlok (wekî Dilok, Diluk, Duluk û Dûluk jî tê nivîsandin; bi tirkî Gaziantep) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye. Li bakurê Qeleya Dîlokê girek heye. Taxa derûdora wî girî heta demeke nêzik bi navê Kurdepe, anko Girê Kurdan (Kürdtepe), dihat zanîn lê dewleta tirkan ew nav guhart û kir Türktepe. Li Dîlokê hewşa heywanet a herî mezin a Tirkiyê heye û …

  • 20 Nîsan

    Çîyayê Sîpan (Sîpanê Xelatê)

    Sîpanê Xelatê di navbera Xelat, Milazgir, Panos, Erdîş, Elcewaz û Behra Wanê de dimîne, piraya Sîpanê li hêla Elcewazê ye. Di zanga Sîpanê de Gola Sîpanê heye, jê re Gola Serê Çîyê jî tê gotin. Wek xemla Behra Wanê ji her deverê bi awayekî serbilind xwiya dibe.   Li rojhilatê Zilgeha Mam (Sütey), erd bi derbekê bilind dibe; Çîyayê Sîpan …

  • 10 Nîsan

    Li Serhedê Navê Gundan û Taybetîya Agirî (Qerekose, Ağrı)

    Li Serhedê bi awayekî befireh ev bajar hene: Erdexan, Qers, Erzirom, Agirî, Îdir, Mûş, Bedlîs û Wan. Behra Wanê li başûrê Serhedê dimîne. Ez dixwazim bibêjim ku li van hemû bajarên Serhedê yên navê mezre û gundan pirtirîn bi Kurdî ne yên Agirîyê ne. Ez li gor çi vê dibêjim? Ez li Mûş, Bedlîs, Wan Agirîyê geriyam bi rojan; min …

  • 1 Nîsan

    Çend Pirsgirêkên Kurdolojiyê / Salih AKIN

    Di van çend salên dawîn de, gelek nivîs di derheqê kurdolojiyê de çap dibin. Kurdolojî bûye navê çend kovaran û her wiha, di sernivîsên gelek pirtûkan de jî cîh digire. Bi “kurdologan” re, di derheqê destpêk, dîrok û rewşa niha ya kurdolojiyê de hevpeyvîn tên kirin. Lê mixabin, ev nivîs, pîrtûk û hwd. agahdariyeke bingehîn derbarê kurdolojiyê nadin xwendevanan. Wisa …

Adar, 2017

  • 30 Adar

    Deryaya Adriyatîk

    Deryaya Adriyatîk an jî bikurtî Adriyatîk deryayeke li Ewropayê ye. Ew berê de, gorî Herodot, bi navî bajarekî Îtalyayê Adria li ber wê hatîye navendin. Ew bi îtalyanî Mare Adriatico, elbanî Deti Adriatik, serbî Jadransko Morje, slovenî Jadransko Morje tê navandin. Ewê Nîvgirava Balkan û Nîvgirava Apennîn li hev vediqetine. Navçe xweyê başûr di derve bi Deryaya Îyon jî tê …

Sibat, 2017

  • 11 Sibat

    Hin navên Ajalan

    Türkçe Kurdî/Kürtçe Aslan Şêr(erkek),Şepal(dişi) Kaplan Piling Kartal Eylo Fil Fîl(erkek),Diranfîl(dişi) Koyun Mî(Dişi),Beran(erkek),Berx(Kuzu) Sığır Çêlek(dişi),Ganêr,Boxe(hadım edilmeyen erkek ),Ga(Hadım edilen erkek),Golik(dana) Keçi Bizin(dişi),Gîsk(erkek),Kar,Karik(oğlak) Manda Madek(dişi),Gamêş(erkek),sak(malak) Deve: Arvane(Dişi),Lok(erkek) Tavuk Mirîşk Ördek werdek Kaz Qaz Hindi Elok,Culiq Karga: Qijak Baykuş Bûm, kund Yarasa Şevşevik,Balçûmok Timsah Cirnîs, Kertenkele Marmêlke,margîsk Yılan Mar Kuş Çûk, ,Teyr Kırlangıç Hechecik, hecîreşk Şahin: Baz, Teyrê baz Atmaca: Başok Tilki Rovi …