Rêzehevpeyvîn (4) – Nura Şanê

PÊŞKÊŞÎ

Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim.

Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên jin ên kurd de agahdarî zêde tune. Ew kê ne, jikur in, çi berhem afirandine û weşandine ez jî û gelek xwendevanên kurd jî, em nizanin. Ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna wan û danasîna berhemên wan pêwîst e. Wek mînak Rojbîn Ozkan Xanim di malpera Çandnamê de dinivîse lê ez nizanibûm ji kure, çi pirtûk nivîsîye. Di bersîvan de jin behsa xwe û pirtûkên ku nivîsîne û weşandine qal dikin. Lewre jî ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna van jinên nivîskar jî baş e.

Gelek nivîskarên jin ên kurd hene, ez nikaribûm xwe bigişînim hemûyan. Yên ku min bi wan re hevpeyvîn çênekiriye, dema vê rêzehevpeyvînan bixwînin dikarin li gor van pirsan bersîv binivîsin û ji min re bişînin. Ez ê wan jî bi dor di malpera Çandname de biweşînim.

Ez ê her hefteyê hevpeyvîna bi jineka nivîskar a kurd re biweşînim û pêşkêşê we xwendevanên ezîz bikim.

Bi hêviya xwendinek baş û xweş.

Lokman Polat

Lokman Polat – 1.Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? 

Nura Şanê -1. Min 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha Dîyetisyentî dixwînîm, nexweşxaneyekê da li Stembolê kar dikim.  

Lokman Polat – 2 – Te kengê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? 

Nura Şanê –2 – Min ji malpera RIATAZA dest bi nivîsandinê kir. Carekê min nivîsek belav kiribû, ew  nivîs bala berpirsyarê malperê Têmûrê Xelîl kişandibû, wî jî pêwendî bi min ra danî û eva bû  heft sal e ez û ew xwesma di hêla nivîsan da di nava pêwendîyan da nin. Ez bûme rêvebira du  beşên malperê jî: ”Pirsên we û bersîvên me” û ”Nameyên evînî” ku em her heftê di malperê  da çap dikin û ewana wek pirtûk jî bi sernavê ”Deng û rengê evînê” par ji alîyê weşanxaneya  APECê derket.  

Lokman Polat – 3 – Rola jinê di çand u wejeya kurdî de çiye? 

Nura Şanê –3 – Bo min di karê xizmetkirina bo gelê xwe, pêşxistina çand û wêjeya gelê me da ferqa jinê û  mêr tune. Rola herduyan jî giring e.  

Lokman Polat – 4 – Naveroka roman, cirok u helbestên te zêdetir li ser çi ye? 

Nura Şanê –4. Nivîsên min jîyana gelê me ye, ez zêde guh didim zimanê kurdî, çiqas ji dest min tê xwe ji  zimanê kal û bavan dûr naxim û xwe nêzîkî zimanê edebî dikim.  

Lokman Polat – 5 – Wek jineke niviskara kurd, astengiyên ku di warên nivîs û nivîskariyê de derdikevin  pêşiya te, çi ne? 

Nura Şanê –5 – Hezkirina zimanê kurdî û daxweza kêrhatina gelê xwe hemû astengan ji ser riya min  derdixin.  

Lokman Polat – 6 – Edebîyata/wêjeya kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya  nivîskî çawa dibînî?

Nura Şanê –6 – Di rewşa bêdewletbûnê da me gavên pir mezin avêtine, ku miletên berê bê dewlet bûn,  nikaribûn wek me gavên bêhempa bavêjin.  

Lokman Polat – 7 – Tu roman, cirok u helbesta kurdî bi giştî çawa dinirxînî? 

Nura Şanê –7 – Bi giştî ji asta miletên xwedî dewlet ne kêmtir e, ji hinekan jî baştir e.  

Lokman Polat – 8 – Di dema niha de, tu roman, cirok u helbesta kurdî di çi astê de dibînî, roman, cirok u  helbesta nûjen di çi warî de ye? 

Nura Şanê –8– Bersîva min a di xala 7an da li vir jî derbaz dibe.  

Lokman Polat – 9 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir  dewlemend e? 

Nura Şanê –9 – Hemû jî kêm zêde wek hev giring in û di nava van 30–40 salan da têra xwe pêş ketine.  

Lokman Polat – 10 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe? 

Nura Şanê –10 – Şertê sereke dewletbûn e. Şertê duyem jî, gerekê nivîskar bikaribe bi berhemdarîya xwe  aborîya xwe bi rê va bibe. Kesê ku bo aborîya xwe roj pizzayê çêke û bo gelê xwe şev  binivîse, ji berhemên wî/ê wê bêhna goşt, penîr û firingîyan bê, lê gerek bêhna gul û gîhayên  welatê me bê.  

Lokman Polat – 11 – Di edebiyata kurdî de rexnegirî heye, tune? Heger heye di çi radeyê de ye? Tu ji bo  rexnegiriya edebî çi difikirî? 

Nura Şanê –11 – Rexnegirî heye, lê ne gihîştîye asta ku bikaribe ew rexne edebîyeta me xurttir bike.  

Lokman Polat – 12 – Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê  tijekirin? Gelo dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn? 

Nura Şanê –12 – Gere rexne ji zikreşîyê, hesûdîyê dûr be û kesê tê rexnekirin jî gerekê gorî rexneyên saxlem berhemdarîya xwe pêş bixe.

Lokman Polat – 13 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandora kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan  nivîskarî nêzîkê xwe dibînî û xwe nêzîkê kîjan ekola wêjeyî dibînî? 

Nura Şanê –13 – Berî hemûyan, nivîskarên ku welatê min û gelê min tînine bîra min. Hilbet nivîskarên  xwedî berhemên bi asta bilind, bêy ku haya me jê hebe, mirovan perwerde dikin, mirov hewil  dide bişibe wan. Eger di vî karî da mirov bi ser ket, wê demê edebîyeta me jî wê bi ser keve.  

Lokman Polat – 14 – Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd, tirk, faris û arab hez dikî? 

Nura Şanê –14. Ji navan bêtir naverok bala min dikşînin.Bo wê nikarim bi taybetî navan bidim. Belkî ji  kurdan Mehmet Uzun ji tirkan jî Atilla İlhan. 

Lokman Polat – 15 – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên  serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî? 

Nura Şanê –15 – Yên bi zimanên biyanî dinivîsin, ew nivîskarên wan in. Meriv dikare bêje nivîskarên  kurd in, lê ne nivîskarên kurdan in.  

Lokman Polat – 16 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir  hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku  sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina  pirtûkên kurdî, weşandina kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û  rexneyên edebî pêwîst e yan na? 

Nura Şanê –16 – Pêwîst e û pir pêwîst e.  

Lokman Polat – 17 – Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger xwendiye, kîjan? 

Nura Şanê –17 – Paradis û Efsaneya Şahmaran. 

Lokman Polat – 18 – Di pêşerojê de, dê kîjan berhema te bê weşandin?

Nura Şanê –18 – Wê berdewama berhema min a pêşin be û wê herwiha tê da çend serpêhatîyên ji jîyana  gelê me jî hebin. 

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply