Ji Hz. ‘Elî Şîretên Zêrîn

1- Fêkîyê lezkirinê xeletî ye.

2- Birçîbun, ji rezîlî û riswatîyê çêtir e.

3- Dijminê mêr, ji dostê di nava xwe da bi hesab û kitêb e çêtir e.

4- Ji bo edaletê bêsihudîya mezin, zulimkarîya serokê dewletê ye.

5- Edalet, saxî û pergala xelkê û xeml û xweşîya karmendan e. 

6- Sîyaseta herî rind, edalet û wekhevî ye.
7- Adil be ku, bira qudreta te dewamî be.

8- Karê bi edaletê, sîyaseta herî baş e.

9- Ji efukirinê şerm nekin, ji cezakirinê ra jî lez nekin.

10- Ehmaq di serê her karî de sond dixwe.

11- Aqil di xerîbîyê da nêzîkî ye; ehmaqî, di war û welat da xerîbî ye.

12- Malekî wek aqil û dostekî wek xuyê baş û mîratekî wek edebê û rûmetek wek îlîmê tune.

13- Zengînîyek wek aqil û xizanîyek wek nezanîyê tune. Peyrewîya edebê kar e, şêwr jî, hêz e.

14- Mirovê jîr /biaqil dibeku xizan be lê hewcîyê sedeqên kesî nîne.

15- Mirovên jîr ji tecrubên xwe îbretan digre.

16- Mirovê jîr kemalê, mirovê nezan mal dixwaze.

17- Jîr, dijminê te be jî pê bişêwire, nezan dostê te be jî guh nedê.

18- Jîr, bextîyarê mirovan e.

19- Zimanê biaqilan di dilê wan da ye. Zimanê ehmaq û nezanan jî di devê wan da ye.

20- Texmîna jîran, ji rastîya nezanan çêtir e.

21- Mirovê jîr hindik dipeyîvin. Bi tenê ehmaq pirr dipeyîvin

22- Tewazu rûmeta herî mezin e.

23- Tewazu fêkîyê îlîm e.

24- Kesê di aleyha wî de delîl tunebe, mazur bibînin; ew kes ez im.

25- Xuy pêdarê canê mirov dibe û wî dixe bin qontrola xwe. 

26- Xuy wek tebîetê didoyan bi mirov ra ye.

27- Xêvikî û saxikîya mezin, di pezin û tenkîdê da pêşveçune.

28- Hevalê bi xêr ewe ku di rêya rast de ji te re delîlekî qenc be.

29- Esil sêwî ên bê dê û bav nînin. Esil sêwî kesên kêm aqil in.

30- Nêzî mirovên rezîl û riswa nebin. Ew bi rûyê xwe ji we re dikenin, lê di nava xwe da xerabîyê vedişêrin. Heta tu dilê wan xweş bikî, ji te hiz dikin. Eger tu nifqên wan bibirî û nedî wan, jahra xwe di ser te de diherikînin.

31- Dijminantîya merivan, ji pêvedana dupişkan wêdatir e.

32- Eyba herî mezin, eybek wek wê di te da heye, lê tu xelkê bi wê eybê şermezar dikî.

33- Ewên ji ‘eynî dê û bavê çêbune, birayên te yên mîrat in. Kesê ji cîyekî dûr hatibe û xuyê we di serê hev da here jî, esil birayê we ne.

34-Îbadeta hindik û xebata zêde, ji îbadeta pirr û xebata hindik çêtir e.

35- Xwarina hindik sihat e.

36- Xeyda zêde agirê rikê zêde dike.
37- Aqubeta harbunê, rezîlî ye yan hindabun e. 

38- Ji mirovan ra alîkarîya mezin, ezîm û sebat e.

39- Kesê qenaeta xwe bi hindikî bîne; zengîn e.

40- Eger tu hûrmetê bidî bavê xwe, tu yê jî, ji kurê xwe hurmetê bibînî. 

41- Ji bavê xwe ra hurmetkar be ku, bira kurê te jî, ji ter a hurmetkar be.

42- Mîratê ku bavê ji ewladê xwe ra hiştiye ê herî rind, bi edebekî rind mezinkirin e.

43- Efukirin ji şanê mezinahîyê ye.

44- Bi serhevdî û nuqiçkan qencîyê betal neke.

45- Eger tu dixwazî mirovekî islah bikî, berê xwe islah bike. Tu bi xwe fasîd bî û rabî xelkê islah bikî ev ji eybê herî mezin e.

46- Kesê ji felaketê xelkê ji xwe ra parekî bigre û ji musîbetê berê ji xwe ra dersekî bistîne, ew ji mirovê mesud û bextîyar e.

47- Te di yekê da xuyekî xerab dît, di nefsa xwe da hema li wî bigere û ji wî bireve. 

48- Ji bo karê ku tuyê nikarî bikî soz nede.

49- Bi sê awayî dostê min heye. Dostê min û dostê dostê min û dijminê dijminê min.

50- Zana pişta xwe bi xebata xwe, nezan jî, bi heyalên xwe yê vala girêdide.

51- Wek zanebunê xizne tune

52- Zanîn xizneye, qe naqede. Aqil , cil û çekê qe kevn nabe û naqete.

53- Eger tu nikarî bibî ehlê gotinek zana, qene bibe guhdarekî ji dil û can

54- Paya mirovê zana, payeya herî bilind e.

55- Zana mirî be jî, sax e. Cahil sax be jî, mirîye.

56- Zana bimre jî dijî. Nezan bijî jî, mirî ye.

57- Cıvata aliman, bextîyarî ye.

58- Mirovên nezan di kar û fikrê xwe da yan pirr pêş da diçe yajî paş da dimîne.

59- Kesê bi zanebunê zînde bibe, namire. 

60- Tu hezar carî mazlum bî jî, yek carekê nebe zalim

61- Gava te tiştek parast; berê tu bi wê bawer bike paşê xelkê pê bide bawerkirin.

62- Piştî ku te sucê yekê efu kir, poşman nebe. Gava te ceza dayê jî, dilşa nebe. 

63- Ji dostê nezan pirtir, pişta xwe bi dijminê jîr û zana girêbide.

64- Gava nezan zêde bibin, zana xerîb dibin.

65- Nezanîyê bi zanînê bizivirînin.

66- Nezanî û xeflet di dilê aliman de cî nagre. Lê alim li hemberî nezananên zengîn, bi îlmê xwe bilind û mezin dibin.

67- Zengînê çikos, ji xizanan xizantir e.

68- Çikos dewamî rezîl e. Çavnebar jî, dewamî di îşkencê da ye.

69- Dostê çikosan tune.

70- Camêrî, berê ne xwestinê dayîn e. Dayîna piştî xwestinê, ji fedîkirinê ye û xerab e.

71- Ji bo zarukan tu şîrek, ji şîrê dê çêtir nîne

72- Ji zarukan hiz bikin û hurmetê bidin mezinan.

73- Gava we soz da zarukan, miheqeq sozê xwe bînin cî.

74- Dilê zarukan wek erdê nehatîye ajotin e. Çi lê bajoy ew lê hêşîn dibe.

75- Bihêlin bira heft salan zarukê we bilêyzin. Piştî heft salan edebê jîyanê nîşanê wî bidin. 

 

FİKRÎ AMEDÎ/Ufkumuz

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply