Rêzenivîs

Tîrmeh, 2016

  • 13 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (13)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)-13 2)LÊKERÊN NEGERGUHÊZ (Lêkerên Negerandî, Têneper, Nederbas): Lêkerên negerguhêz, ew lêker in ên bireserê wernagirin. Lêkerên negerguhêz di hemû deman (dema borî, ya nûke û ya bê) de li gor kirdeyê tên kêşandin. Mînak: Bila lêkera me ya negerguhêz “bezîn” be (bît). Ez bezîm. (dema borî) Ez dibezim. (dema nûke) Ez ê bibezim. (dema bê) Her sê deman …

  • 13 Tîrmeh

    Nirxandina 3 Gav û 3darek (3)

    3.Guldanka Sewrê             ”Sewrê….Sewrê             guldanka te xweşik bû             Lê aaaaaax, çi zû şikest!”(r.125)             Ne hestên nivîskar tenê ye. Hestên xeyala ne. Hestên gava ne. Keştiyê Xalid Begê Cibran di nav guldankê de diherike. Nêrgiz şîn dibin bi îmzeya Damad Ferîd Paşa di zozanên xeyalan de. Gav nayê avêtin hêviyên Yûsif Ziyayê rewşenbîr, Seyîd Ebdulqadir gur dibe. Lê …

  • 12 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (12)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -12- Di dersa borî (çûyî) de me cînavên kesane (şexsî) dîtibûn. Em dê ser van cînavan hindek tişt dî jî bibêjin. Belam (feqet, lê belê), cînavên kesane yên çemandî jî divêt bên zanîn û piştre dê her du kom bêne hevberkirin (berêkdan). 2- Cînavên Kesane Yên Çemandî (Tewandî) (Koma “Min”ê): Min Te Wê/Wî* Me We** Wan* *Hindek …

  • 12 Tîrmeh

    Nirxandina 3 Gav û 3darek (2)

    2.Kurtasiya Romanê  Pêşgav             ”Şimikên dilê xwe deyne û dilxwas derbasî nav stiriyên vê romanê bibe.”(r. 11) Paqijî û hesreta azadiyê bi avê di serî de ev motîf derketiye pêş û bi tîbûn xwe  daye nîşandan. Di destpêka romanê de nivîskar qala tîbûna Şêx dike. Di vir de ne berjewendiya hest û laşî aniye ziman. Tîbûna ramanî bi berjewendiya laşî …

  • 11 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (11)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -11- CÎNAV: Bi erebî; d(z)amîr, bi tirkî; adil. Ciyê bêjeyên ku navên wan nehên gotin an jî nivîsandin, hindek bêje dî tên gotin û nivîsandin. Ev bêje “cînav” in. Bo nimûne; “Rûkenê mast xwar.” Di vê hevokê (cumleyê) de 2 nav hene. Navek “Rûken “, êk (yek) jî “mast” e. Li ciyê van navan, em dişên (dikarin) …

  • 11 Tîrmeh

    Nirxandina 3 Gav û 3darek (1)

    MIJAR: nırxandına 3 gav û 3darek Şeva dawî di jIyana Şêx Seîdê Kal de JAN DOST AMADEKAR: ARAM RODER Kurtasî Di vê xebatê de li ser romana 3 gav û 3darek / Şeva dawî di jiyana Şêx Seîdê Kal de şîrove, rexne û tehlîl hatiye kirin. Dema 2007 an heta roja îro çi li ser vê pirtûkê hatiye nivîsîn hatiye …

  • 11 Tîrmeh

    Pirsname – Newaf Mîro

    20 Pirs? – 20 Bersiv √ – Newaf Mîro   1.Peyva ku herî jê hez dikî? Newaf Mîro: Evîn   2.Van rojan  kîjan stranî guhdarî dikî? Newaf Mîro: Awirên çavê te nemir Mihemed Şêxo û çi çeme ehmed beg Feqîr Xidir. Ligel wan dengê kemana Faryad Farîd.   3.Ti bo te nirxa herî pîroz çî ye? Newaf Mîro: Jiyan e   4.Tu ji …

  • 10 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (10)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -10- Berêkdana Çend Tîpan: Berêkdana “e” û “ê”yê: Ker-Kêr, Rez-Rêz, Der-Dêr, Ter(şil)-Têr, Şer-Şêr, Zer-Zêr, Hez-Hêz, Helîn(heliyan)-Hêlîn, Meş-Mêş, Kelîn-Kêlîn(cotkirin)… Berêkdana “i” û “î”yê: Birin-Birîn, Kirin-Kirîn, Pir-Pîr, Jin-Jîn, Dil-Dîl(êxsîr), Sir(raz)-Sîr, Firin-Firîn… Berêkdana “k” û “q”yê: Kelandin-Qelandin, Kal(pîr)-Qal(behs), Ker-Qer(qerz,deyn), Kel(1.gayê tovî, 2.ji kelînê, 3.hêrsdarî)-Qel(qijik), Kul(birîn)-Qul(kun, simtî), Karîn(şiyan)-Qarîn(gaziya bideng), Kurt(kin,qut)- Qurt (1.vexwarina yekcarî ya avê an jî ya tiştekî dî. 2.Cure …

  • 9 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (9)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -9- Alfabe: 29)Xx Di alfabeya kurdî ya tîpên erebî de ciyê tîpa “x”yê “خ” heye. Lê belê, ev tîp jî bi du awayan (şeklan) têt bilêvkirin (telafûzkirin). Bi her du awayan jî tîpa “x” di hefka mirov de derdikeve. Yek req, yek jî nerm e. Bo nimûne; gava ku mirov bibêje “axa”, tîpa “x” nerm e, gava …

  • 8 Tîrmeh

    Dersên Kurmancî (8)

    DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -8- Alfabe: 25)Uu: Tîpa “u” dengdêreke kurt e. Di bilêvkirinê de gilover (xirûxir) û bilind e. Di tîpên erebî de tîpa “و”yê dikeve paşiya tîpên dî û ciyê tîpa “u”yê digire (wekî; چو:çu, كورد:kurd, گوڵ:gul). Celadet Bedirxan dibêje, ev tîp di navbera “w” û “i”yê de ye. Wekî “u”ya tirkî nahê xwendin. Gava ku mirov di kurdî …